Şervanên HSD’ê li eniya Eyn Îsayê derbekê giran li hêzên dagirker da û 2 wesayîtên doçkabarkirî bi dest xistin
Berxwedana Rûmetê ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li hemberî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû dijwariya xwe didome. Şervanên HSD’ê li hemû eniyên şer derbên giran li çete û leşkeran didin.
Li gorî agahiyên ji Eyn Îsayê, şervanên HSD’ê derbên giran li hêzên dagirker dan. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyên ku derbên giran xwarin ji herêmê reviyan û 2 wesayîtên doçkabarkirî li pey xwe hiştin.
Berxwedana şervanên HSD’ê ya li herêmê didome. GIRÊ SPÎ