Li Eyn Îsayê di encama şerê di navbera hêzên dagirker ên dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê de 3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn
Hêzên dagirker ên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê şevê din êrîşî navçeya Eyn Îsa ya GirÊ Spî kirin. Li ser bersivdayîna hêzên rejîmê jî li herêmê şer derket.
Li gorî agahiyan, di encama şer û pevçûnan de 3 leşkerên hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar tên dermankirin. GIRÊ SPÎ