Navenda Nûçeyan|
Li gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsayê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çeteyên girêdayî dewleta tirk de şerekî dijwar derket. Komên girêdayî Tirkiyeyê hewl dan ji gundê Seydayê bikevin navçeya Eyn Îsayê, hêzên HSD’ê vê hewldanê ferq kirin û mudaleyî komên girêdayî Tirkiyeyê kirin. Şerê ku di saetên şevê de dest pê kir heta serê sibehê berdewam kir.
Li ser bajarê Eyn Îsayê jî liv û tevgera hewayî ya balafirên artêşa tirk didome.