HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Ezazê çalakiyek pêk anî û di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, li Efrînê çalakiyek pêk anîn.
HRE’yê daxuyand ku hêzên wan çalakiyên xwe didomînin û ev agahî parve kirin: “Di 2’yê mijdarê de li gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê hêzên me li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker çalakiyekê sekvaniyê pêk anî. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hate kuştin.” EFRÎN