Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li Êzidîxanê Cejna Rojiyên Êzî

Cejna Rojiya Êzî ya Êzidîyan salan e dikeve hefteya dawî ya meha kanûnê û 3 rojan rojî tê girtin. Îsal ji ber êrîş û şehadeta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, ji bo pîrozkirina cejnê tu şahiyek nehat lidarxistin

Rojiyên Êzî ku di nava civaka êzidiyan de yek ji ferzên olî ye û 3 rojan rojî tê girtin, îro cejna Êzî tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Êzdayetiyê, di van rojan de xwîn nayê rijandin û dûa dikin.

Di baweriya êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne, lewma di van hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî awayên êzdayetiyê rojên sêşem, çarşem û pênşemê rojî tê girtin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin, pêkanîn û gotinên xirab nayên kirin, kar nayê meşandin û tenê dua tê kirin. Lewma rojek beriya destpêkirina rojiyê, yanî roja duşemê her malbatek sewalek serjê dike û ji vê rojê re jî ‘Roja Serbirê’ tê gotin. Roja înê jî cejna Rojiyên Êzî ye.

Di baweriya êzidiyan de kesê/a ku rojî bigire divê ji her tiştî zêdetir li ser zimanê xwe hakim be û axaftina nerast neyê ser zimanê wî/ê. Her wiha divê tişta ku nehatibe kirin neyê gotin. Têkildarî mijarê di qewlên êzidiyan de wiha tê gotin: “Her kesek ku li ser zimanê xwe hakim be, ew kes li ba rebbê xwe, yan jî li ba Xwedayê xwe rêzdar e û weke çil roj rojî girtibe, tê hesibandin.”

Kesên ku nexweş bin an jî nexweşiyek wan taybet hebe, her wiha karek wan ê acîl derkeve û ji mala xwe dûr bikeve ew kes dikarin rojiyan negirin û li ser wan ferz nabe.

Li gorî baweriyê rojî di berbanga sibehê, beriya ku dinya ronî bibe destpê dike û ji vê kêliyê û şûnde xwarin nayê xwarin, av nayê vexwarin. Fitare jî dema roj çû ava û dinya tarî bû, tê vekirin. Beriya fitarê jî, kesên bi rojî dest û çavên xwe bi ava paqij dişon. Piştre hemû endamên malê li ser sifreyê rûdinin û mezinê/a malê duaya ‘Ya Xwedê û Êzî tu xêra me, zarokên me û ya herkesên xêrxwaz qebûl bikî’ dikin. Piştre dest bi xwarinê dikin.

Rojiyên Êzî bi 2 rengan tên girtin

Di nava civaka êzidiyan de ‘Rojiyên Êzî’ bi 2 rengan tên girtin. Ji van rengan re jî ‘Hesaba Lalişê’ û ‘Hesaba Mergehê’ tê gotin. Li gorî vê yekê; Êzidiyên li Şengalê hefteya yekemîn a meha kanûnê rojî digirin û navê ‘Rojiyên Feqîran’ lê hatiye kirin. Êzidiyên li herêma Şêxan û Laleşê jî di hefteya duyem a kanûnê de rojî digirin û navê ‘Rojiyên Babe Şêx’ lê hatiye kirin.

Li gorî Hesaba Lalişê îro li seranserê Êzidîxanê Cejna Rojiyan e, piştî sê rojan Êzdiyan rojî girtîn îro serê sibê malbatên ku kesek nû ji mala wan wefatkiribe çûne ser goristanan û xêra miriyên xwe belav kirin. Piştî ku malbat ji ser goristanê vegeriya êdî serdana hevûdû dikin û cejna hev pîroz dikin.

Salane li Şengalê di van rojan de bi gêrana Şahoyan ev rojî dihatin derbaskirin lê îsal cuda ji salên din ji ber şehîdbûna Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, li Şengalê cejn bê şahî hat pîrozkirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar