Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Çarşamba - 26 Haziran 2024

Li ezmanan jî şer dikin

Bihara 2024’an bi coş derbas bû. Di Newrozê de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ragihandin ku ew êdî li ezmanan jî şer dikin. Ev jî dihat wê wateyê ku êdî ti hukmê balafirên artêşa tirk neman. Dewleta Tirk bi salan xwe êşand ji bo ku balafiran bi xwe çêke, lê di encamê de ew jî pûç bûn. Balafiran ew çê dike an jî ji devereke din dide çêkirin, nîqaşa mijarek din e. Ji ber ku beriya niha aşkere bû ku ew balafir jî ne yên dewleta Tirk in. Erdogan û zavayê xwe ewqas pesnê balafirên xwe didin, lê ew jî derew derketin. Eger ew balafir ên wan jî bin encam wekî hev e. Yanî ew balafirên bi teknîka herî pêşketî tê amadekirin jî vala ne.

Gerîlayên Kurdistanê di nava salekê de dehan balafirên dewleta Tirk xistin erdê û êdî li ezmanan jî şerê dagirkeriyê dikin. Ew dewleta ku digot me gerîla qedandiye li ku ye gelo ? Êdî gerîla ne tenê li erdê, li binê erdê û ezmanan jî şer dike. Eger eyew balafiran çêdikin û dişînin ezmanan, gerîla jî bi îradeya xwe ya canfedayî wan balafiran têk dibe.

Dewleta tirk û desthilatdariya wê ya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo têkbirina gerîlayan trilyonan pere xerc kirin û ti encam bi dest nexistin. Serî li her cûrê teknîka şer dan. Ji çekên kîmyewî heta gazên jahrê, ji sîlehên qedexekirî û heta çekên nukleer bi kar anîn. Lê encam jî li meydanê ye. Tecrubeya gerîla ya 40 salî ji aliyê her kesî tê dîtin. Ev yek jî îspat dike ku ti hêz nikare berxwedana gerîla têk bibe. Teknîka herî pêşketî jî nikare îradeya gerîla derbas bike. Eger tank û topên wan û balafirên wan hebin, gerîla jî bi îradeya xwe şer dike.

Gotina ku dibêje; kî berx e, kî beran e, li vir xwe nîşan dide. Wekî din ew gotina; vaye şar û vaye mişar jî vê yekê pênase dike. Di nava 4 salên dawî de li Zap, Avaşîn û Metîna artêşa tirk tarûmar bû. Hedefa Erdogan ew bû ku beriya 4 salan gerîlayan biqedîne û di sedsaliya komara Tirk de serketina xwe ragihîne. Lê em bûn şahidê wê yekê ku yê têk çûye Erdogan e. Di nava 4 salên dawî de gerîlayan teknîka dewleta tirk têk birin û balafir bi wan ve nehiştin. Erdogan di nava van salan de wezîrê xwe yê derewan Suleyman Soylû jî da aliyekî. Ew Soysûzê ku digot; wê êdî kes navê PKK’ê neyne ser ziman, çi bi serê xwe kir. Êdî kes nema navê wî dibêje. Eger îro ew Soysûz ne li meydanê be, ev yek bi saya berxwedana gerîlayan çêbûye. Ji ber ku nikarîbû gerîlayan têk bibe, Erdogan derî bi derî digere û çiqas çete û mafya hebin bi wan re tifaq çêkir. Hê jî ev tifaq têra wî nakin ku li ser piyan bimîne.

Erdogan dizane ku êdî dema wî qediyaye û lewma jî niha hewl dide hinekî din temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Ev encama ku xuya dike bi saya berxwedana gerîlayên Kurdistanê ye. Ew gerîlayên fedayî ne û di oxira welatekî azad de şerê rûmetê dimeşînin.

Nûçeyên Têkildar