Li navenda Fasê lêhî rabû, 16 kes ji ber lêhiyê mirin.
Li başûrê bajarê Marakeşê ji ber baranê lêhî rabû. Kamyonek di bin axê de ma û cenazeyê 16 kesan ji kamyonê hate derxistin.
Rayedarên xwecihî diyar kirin ku piştî barana zêde wesayît li nêzî gundê Asnî 20 metreyan di bin ax û keviran de ma.
Roja Sêşemê saziya meteorolojiyê li gelek wîlayetên bajêr hişyaria barana zêde kiribû. Roja Çarşemê ji ber barana zêde asta ava çem û rubaran zêde bû. MARAKEŞ