Li başûrê rojhilata Fasê lêhî rabû, otobusek li ber lêhiyê ket û herî kêm 17 kes mirin.
Li gorî rayedarên xwecihî roja Yekşemê li bajarê Eraşîdîayê lêhî rabû û otobûsek li ber lêhiyê ket. Hate diyarkirin ku ji ber vê rewşê herî kêm 17 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li girava gundê El Hank ji ber lêhiyê otobusa ku 27 kes têde bûn qelibî. Ji bo rêwiyên winda were dîtin kar û xebat didomin.
Li Fasê di hefteyên dawî de gelek caran lêhî rabû. Dawiya meha Tebaxê li başurê welat li sahaya fûtbolê lêhî rabûbû û gelek kes mirîbûn.
Sala 2014’an li başurê welat dîsan lêhî rabibû û nêzî 50 kesî mirîbûn û zirareke mzin a madî çêbibû. RABAT