Li navçeya Fethiyeyê ya Muglayê jina bi navê Fatma Tangaz ji aliyê mêrê bi navê Serdal Încedayi ve hat kuştin
Li navçeya Fethiyeyê ya Muglayê mêrê bi navê Serdal Încedayi (44) jina 20 salî Fatma Tangaz kuşt. Hat aşkerakirin ku Serdal Încedayi piştre întîhar kiriye.
Piştî agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên tendurietiyê hatin cihê bûyerê. Tendirustvanan diyar kir ku Serdal Încedayi li cihê bûyerê û Fatma Tangaz jî li Nexweşxaneya Lokman Hekîm a Esnafan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha hat diyarkirin ku der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. MUGLA