Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Filîpînê qanûneke nû: Salê 10 daran biçîne mezûn bibe

Meclisa Nûneran a Filîpînê qanûneke balkêş der xist. Li gorî qanûnê, ji dibistana seretayî heta zanîngehê ji bo ku xwendekar bikarin mezûn bibin divê her sal herî kêm 10 daran biçînin

Welatê Filîpînê li başûrê rojhilatê Asyayê dikeve û ji 8 hezar giravan pêk tê. Ji bo parastina xwezaya welat, rayedarên Filîpînê qanûneke balkêş derxist. Li gorî vê, xwendekarên li welat ên ji dibistana seretayî heta zanîngehê ji bo bikarin dîplomayê werbigirin, divê daran biçînin.

Ev qanûn çend hefte berê ji aliyê Meclisa Nûneran ve hate qebûlkirin ku saziya qanûndanînê ya Filîpînê ye. Li gorî qanûnê, xwendekar ji bo her dibistanê neçar in ku salê herî kêm 10 daran biçînin. Qanûn ji bo bikeve meriyetê divê ji aliyê Senatoyê ve jî bê pejirandin.

Armanca qanûnê

Têkildarî mijarê parlamenter Gary Alejano ku pêşnûmeqanûn amade kir anî ziman ku bi vê qanûnê dixwazin ku çanda welatiya bi zanebûn û berpirsyariya civakî bi ciwanan re biafire. Li gorî qanûnê divê her xwendekarek li dibistana ku lê dixwîne di nava salekî de herî kêm 10 daran biçîne.

Salê 175 milyon dar dê bên çandin

Li Filîpînê her sal 12 milyon xwendekar diçin dibistana seretayî, 5 milyon xwendekar diçin lîseyê û 500 hezar xwendekar jî diçin zanîngehê. Bi saya qanûnê dê salê 175 milyon darên nû werin çandin. Li Filîpînê di sedsala 20’an de bi zêdebûna nifûsê re karên çandiniyê jî zêde bûn û vê yekê rê li ber tunebûna daristanan vekir. Tê texmînkirin ku di navbera salên 1930 û 1980’î de 98 hezar kîlometreçargoşe (9,8 milyon hektar) qada daristanî tune bûye.

Di destpêka sedsala 20’an de ji sedî 70 ya xaka Filîpînê daristan bû. Lê belê ev rêje niha daketiye ji sedîtenê 20. MANÎLA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar