Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Li Fransayê 667 kes hatin binçavkirin

Li Fransayê serhildana ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ji aliyê polîsan ve dest pê kir, di şeva sêyemîn de bêhtir dijwar bû. Şaredarî, wesayitên giştî, firoşgeh, wesayit û dibistan hatin şewitandin. Herî kêm 667 kes hatin binçavkirin.

Fransa'da genç sürücünün öldürülmesinin ardından çıkan olaylar Belçika'ya  sıçradı

Zarokê ji Cezayîrê yê 17 salî roja sêşemê bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û kuştin. Piştî ku dîmen li medya dîjîtal belav bûn, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin.

Polîsê kujer hat binçavkirin, dozgeriya komarê xwest bê girtin. Polîs ji malbata zarok efû xwest.

Bûyerên tundiyê di şeva sêyemîn de jî dewam kir. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê li tevahiya welêt nêzî 40 hezar hêzên ewlekariyê hatin wezîfedarkirin. Ji wan 5 hezar li Parîsê hatin wezîfedarkirin.

Li gorî wezaretê di şeva pêncşem-înê de 307 jê li herêma Parîsê bi giştî 667 kes hatin binçavkirin. Wezaretê her wiha diyar kir ku 249 polîs û leşker birîndar bûn, li ser xwepêşandêrên birîndar agahî nehate dayîn.

Li bajarên Lyon, Grenoble, Saînt-Êtîenne an jî Annecy otobusek hat şewitandin, kevir li tramvayê hatin barandin, wesayit hatin şewitandin, şaredarî, kreş û dibistan bûne hedefa êrîşan. Di nava deverên hatin şewitandin de kreş û qereqolên polîsan jî hene.

Tê gotin ku xwepêşandêrên protestoyî her wiha êrîş birine ser rojnamevanan. Le Fîgaro diyar kir ku êrîş li du rojnamevanên wan hatiye kirin. Hat ragihandin ku telefona yek ji van rojnamevanan hatiye dizîn, rojnamevanê din jî ji ber tundiyê bi lez rakirine nexweşxaneyê.

Wênekêşekî rojnameya Lîberatîon û du rojnamevanên din jî bûn hedefa çalakgerên protestoyî.

Li banliyoya Aûbervîllîersê ya Parîsê 11 otobus hatin şewitandin.

Midûriyeta Polîsan a Parîsê diyar kir ku li navenda bajêr bi şev hezar û 569 dever hatin şewitandin.

Li gorî gelek dîmenên li medya dîjîtal hatin weşandin, gelek firoşgeh û banka hatin şewitandin û bûyerên talankirinê zêde bûne.

Çalakiyên li Fransayê li Belçîkayê jî belav bû. Li ser banga li ser medya dîjîtal hat kirin di şeva pêncşem-înê de li gelek komunên Brukselê ciwan daketin qadan. Li gorî Midûriyeta Polîsan a Brukselê bi giştî 64 kes hatine binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar