Çend roj berê li Marsîlya, Parîs û bajarên din ên Fransayê 13 kurd ji aliyê polîsên fransî ve hatibûn binçavkirin. Piştî rapirsîna 4 rojan 4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 9 jê heta înê derengiya şevê rapirsîna wan dom kir û derxistin ber dadgehê. 9 kes, bi îdîaya ku têkilî ‘terorîzm’ê ne û fînansê dabîn dikin hatin tawanbarkirin, 7 jê hatin girtin. Ji 2 kesan yek jê cezayê kelepçeya elektronîk danê, yê din jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Li Parîs, Marsîlya û Draguîgnanê bi hevdemî polîsan bi ser malên kurdan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve girtibûn û 13 kes hatibûn binçavkirin.
Balkêş e, serê adarê serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hevdîtinek kiribûn û piştî vê hevdîtinê zextên li ser kurdên li Fransayê zêde bû. PARÎS