Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin

Li Fransayê, beriya bernameya (Erdogan Taybet) ku dê îşev di televîzyona dewletê ya Fransayê de bê weşandin, bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin û 12 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan |

Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên wê Marsîlya û Dragûnyanê, îro serê sibehê polîsên fransî bi ser mal û komeleyên kurdan girtin. Di operasyona li Marsîlyayê de polîsan bi şikandina deriyê Navenda Civaka Kurd ketin hundir û lêgerîn pêk anîn.

Her wiha polîsan bi ser dikana bi navendê ve û 6 malan de jî girtin û 6 kesan binçav kirin. Gelek kurd ji bo şermezarkirina operasyonê hatin ber navendê û ji bo demekê rê ji trafîqê re girtin û çalakî li dar xistin. Li bajarên din jî operasyonên bi heman rengî pêk hatin. Bi van operasyonan re hejmarê kesên li welat hatine binçavkirin derket 12’an.

Balkêş ev operasyon beriya bernameya (Erdogan Taybet) ku dê îşev di televîzyona dewletê ya Fransayê de bê weşandin, pêk hatin. Wê di bernameyê de têkiliyên di navbera Fransa û Tirkiyeyê de bên nirxandin û hevpeyvîna ku derbarê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re hatiye kirin bê weşandin. Ev hevpeyvîn piştî hevdîtina di 5’ê adarê ya di navbera wan de hatiye çêkirin.

Helwesta Fransayê hat şermezarkirin

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) binçavkirina 12 welatparêzên Kurd li Parîs, Marsîlya û Dragûîgnanê şermezar kirin û wiha gotin: “Polîsên Fransayê li Parîs (Drancy), Marsîlya û Dragûîgnanê, di serdegirtina dijî kurdan herî kêm 12 welatparêz hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinê de deriyên sazî û malên kurdan bi rêbazên faşîzan hatin şikandin û bi vî rengî hatin binçavkirin. Em vê helwesta Fransayê şermezar dikin. Rêbazên ku Erdogan li dijî kurdan bi kar tîne vê carê ji aliyê hikûmeta Fransayê ve têne bikaranîn.”

TJK-F’ê destnîşan kir ku cîhan tev zane ku kurd mafdar in, wê tu carî ji têkoşîna xwe venegerin û wiha dewam kir: “Zextên bi vî rengî me ji têkoşîna me venagerîne, berevajî wê me xurtir bikin. Di serî de jin divê gelê me bibe yek û nerazîbûna xwe li dijî van zextên faşîzan û neheq nîşan bidin û xwedî li saziyên xwe derkevin.”

Li Fransayê dewleteke kûr heye

Di daxuyaniya CDK-F’ê de jî hat gotin ku hêzên tarî yên di bin sîwana dewleta Fransayê de ne, careke din li ser pişta kurdan bazarî bi Erdogan re kir.

Di daxuyaniyê de hevdîtina Erdogan û Macron a 2’ê adarê hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku serdegirtin di demekê de hate kirin ku êrîşên dewleta tirk ên li ser kurdan zêde bûne û wiha hat gotin: “Lêgerîn, girtin û hewldana krîmînalîzasyonê ya îro li dijî kurdan hate kirin, ji kiryara berê ya Alfred Dreyfûs ne cuda ye. Tenê gotinek me heye, em ê dest ji têkoşîna xwe ya rewa bernedin.”

Di daxuyaniyê de bang li saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî hat kirin ku li ber vê neheqiya li kurdan tê kirin rabin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar