Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Fransayê êrîşeke nijadperest pêk hat

Li bajarê Lille yê Fransayê ciwanekî ji Hewlerê bi hinceta ku li stranên kurdî guhdarî kiriye bi êrişa nijadperestek tirk re rûbirû ma. Rayedarên NCDK'ê hişyariya provokasyonan da.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); li bajarê Lille yê Fransayê  karkerê kurdistanî yê bi navê Zîkrî Elî Avşîn ku di berberxaneyekê de kar dike, duh bi hêceta li stranên kurdî guhdar kiriye bi êrîşa tirkekî bi navê Ramazan re rû bi rû maye. Avşîn bi sê derbên meqesa berber hatiye birîndarkirin.

Hat zanîn ku Zîkrî Elî Avşîn (27) ji Hewlerê ye. Dema ku li berberxanê dixebitî, ew nijadparestê bi navê Ramazan ê tirk tê dikanê. Ji ber Avşîn li stranên kurdî guhdarî dikir, nijadperestê tirk gef lê dixwe. Li ser bersiva Avşîn a “ez bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî dikim” nijadperestê tirk bi meqesa berber êrîşî Avşîn kir.

Hat diyarkirin ku polîsan nijadperestê tirk kiriye binçavan. Zîkrî Elî Avşîn ê birîndar bû jî rakirin nexweşxaneya Lille.

Bi bihîstina bûyerê re kurdistanî ber bi nexweşxaneyê ve çûn. Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ên hatin nexweşxaneyê diyar kirin ku bi doktoran re axivîne, kesê birîndar tavilê emeliyat kirine. Rayedaran bal kişand ser nijadperestên tirk ku bi zanebûn dixwazin kurdan tehrîk bikin û provokasyonan bikin û hişyariya ‘ji provokasyonan haydar bin” kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar