Di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ên Yekitiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku ji aliyê Înîsiyatîfa Edaleta Navnetewî ji Bo Kurdan hatî destpêkirin, li bajarê Rennes û Nantesê yên Fransayê stantên komkirina îmzeyan hatin danîn.
Di her du bajaran stantên ku bi dirûşmeya ‘PKK gel e, gel nayê qedexekirin’ hatin danîn de rojên şemî û yekşemê bi sedan îmze hatin komkirin. Her wiha bi sedan danezan hatin belavkirin û agahî hatin dayîn. RENNES