Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Garê hesabê 15’ê Sibatê hat pirsîn

Garê mohra xwe li sala 2021’an xist. Li Garê pozê dewleta tirk li erdê hat dayîn. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayîlan gotibû; divê em li cihekî pozê dewleta tirk li erdê bidin ku bisekine. Ev gotina wî li Garê pêk hat.

10’ê sibatê bû ku ev êrîş pêk hat. Di demeke ku hemû kurdistaniyan hazirtiya çalakiyan li hember komploya navdewletî ya li ser Rêber Ocalan dikirin, ev êrîş pêk hat. Ger kes vê êrîşê di vê dîrokê de wekî tesadif bibîne, ew bila xwe nexapîne. Ji ber ku taybetmendiyeke dewleta tirk heye di hilbijartina dîroka de bi zanebûn tevdigere. 10’ê sibatê bû ku xwestin heta 15’ê sibatê karibin îradeya kurdistaniyan bişkînin û di roja reş de bê hêvî bibin. Erdogan jî gotibû ku ew ê mizgîniyekê bide gelê xwe (alîgir û nijadperestan). Lê ev weke ku di sala 2008’an de li Zapê jî hat ziman. Siwar hatin û peya çûn.

Dewleta tirk ewqasî pesna xwe didan û Erdogan digot ez li Qerebaxê bi serketim, li Lîbyayê bi serketim û li deryaya Spî li hember yewnanan gefên min û teknîka me ya şer serketî bû û bi vê yekê xapiya û berê xwe da çiyayê Garê. Lê li wir derket holê ku ew nepixandina ku ji xwe re bi hewa çêkiribû çawa bi ezman ket û belav bû.

Ev der çiyayên Kurdistanê ne û hêlîna xwediyên xwe ye. Cihê gerîla ye. Meskenê kurdan e. Ji lingê tirka re dê cih nebe. Lê wer diyar e mezinekî wan nebû ku ji wan re bibêje; Oxlim hûn bi ku ve diçin? Hûn nizanin ku kî li wir in? Ma jixwe be teknîka xwe hebe hûn dikarin li her derê her tiştî bikin?.

Lê diyar e yan mezinên wan tune yan jî xwestin surprîzeke ji mezinên xwe re çê bikin lê ji mezinên wan re jî bû suprîz û ji wan re jî. Dîsa em bala xwe bidin terzê ku pê tevgeriyan û êrîş kiribûn, em ê baş bibînin ku van bêbavan çawa bi korî êrîş kirine. Wer diyar e ku gelek filmên amerîkî tamaşe kirine yan jî li filma ku Ii gel xwe çêkirine ku jê re dibêjin kurtlar vadîsî zêdetir bandor bûne û ji wan bê tişta ku di filmê de dibe ew ê jî rastî li ser erdê pêk bînin û bikevin cihê gerîla û weke ku tiştk li pêşiya wan nasekine derkevin.

Ev xeyala Erdogan û gotinên germ ên Hulusî Akar û Soylo yê ku li ber deriyan ma. Erdogan gotin mizgînî lê ku ji kê re mizgînî ve, ji Erdogan û Bahçelî re ne mizgînî bû û rojeke reş bû. Wan xwest bi vê rojê re bibêjin vaye me komplo temam kir. Ocalan girt û di salvegerê de gerîla jî têk bir. Lê li qadan çoş û morala kurdistaniyan me dît. Ji roja bêbextiyeke reş di şexsê Rêber Ocalan de li hember gelê kurd, veguherî rojeke hesab pirsînê. Bi ya min divê ji niha û şûna de weke ku li Garê hesab ji dagirkeran û komplogeran hat pirsîn, ev roja 15’ê Sibatê bibe roja hesabpirsîna hem ji xwe û hem jî ji hemû kesên destê wan di komployê de hebû. Roja hesab pirsînê be 15’ê Sibatê.

Nûçeyên Têkildar