Tirkiye sewqiyata leşkerî ya ji tangan pêk tê ber bi sînorê Serêkaniyê ve dewam dike
Tevî agirbesta Amerîka û Tirkiyê ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî bajarê Serêkaniyê berdewam dikin. Li gel êrîşan sewqiyata tang û kelûpelên leşkerî yên Tirkiyeyê ber bi sînorê Serêkaniyê ve dewam dike. Tang û wesayîtên zirxî yên leşkerî ku tên sewqkirin li eraziyên Miduriyeta Giştî ya Xebatxaneya Çandiniyê (TÎGEM) a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tên bicihkirin. RIHA