Fermana herî mezin di çirûska rêgeza di fikrê hêsta mezin ya rast de ye. Bi qasî leza ronahiyê, kesayetek ew kesayet e ku hemû lez û enerjiya wî hatiye xilaskirin. Em hewl didin ku vê biafîrînin. Ez vana ji bo vê dibêjim. Hinek ji we dixwazin bi me re bin. Ez we di hêla bi me re bibin partibûn, bi me re bibin artêşbûn de gelek bi xwestek dibînim. Lê her wiha ez jî neçar im ku pênaseya vê bikim. Ez bi tenê yên ku pêwîstin eşkere dikim. Tercîh ya we ye, di partibûnê de û di artêşbûnê de zorkirin nabe. Ez dîsa dest nîşan dikim, leza fikirandin û karkirina li gel me jî di polîtikayê de mîna leza ronahiyê ye. Gotina ku “ez nefikirîm, ez neaxivîm, min nekir” tê wateya ku tersketina rêgezê, ters ketina rêgeza xebatkirina terzê Rêbertî. Ji ber ku li vir polîtîka û leşkertî mîna leza ronahiyê kar dike, yanî sînorê dawî yê kirinê ye. Taybetmendiyeke din yê ronahiyê heye, sotîner e, ronîker e. Pêwîst e bi wî rengî bibe. Hûn ê bêjin ev tarzekî ku heta niha baş nehatiye pêkanîn. Lê belê tarzê kolêtiyê yê ku me jiyan kirî jî cuda li ti cihan nehatiye pêkanîn. Ji vê koletiyê re encax ev tarzê bandorker dikare bibe bersivek. Cuda ti çareseriyên wê nînin. Min hemû pirtûkên mirovatiyê lêkolîn kirin, min got dermanê wê ev e û encam jê derxist. Divê hûn bi feraset bin. Li gorî min azweriya vî xebatî nayê astengkirin. An yê ku hatiye tinekirin û ji hêz hatiye qutkirin ti wateya azadbûna wî nîne. Tercîha wî nîne. Bêguman divê em mîna leza ronahiyê bimeşin. Divê em di nav ronahiya wî ya sotîner de jiyan bikin. Ji ber ku me tercîh kir, ma gelo ev tê wê wateye ku me sûç kiriye? Na. Ya ku herî pêwîst me pêk anî û pêktê jî. Tam berovajiyê wê bê vê ne şer, ne jî jiyan nabe. Dijminê ku di aliyê wê eniya beramber de jî dizane ku, teknîka herî dawî girtiye destên xwe û bi vê şekîl û şemala xwe ve ku dibêje ev serdestiya min ya fermanê ye û bi ser me de tê.
Ewqas sal derbas bûne. Ez ê nebêjim ku min ev dijmin cidî negirt. Min cidî girt, lê belê min ew li ser vê bingehê cidî girt. Li bin nakeve, lê min ev di wateya ku li hemberî wî tiştek nayê kirin de cidî negirt. Heman demî ji bo ew negihêje min ez di rewşeke bezê de me. Ew qet tu caran nagihe min, ez dibêjim bi tarzê xwe yê lêdanê re wê nikare min tune bike. Her wiha ez qet wî şansî nadimê. Jixwe min nedaye jî, ev têrî heye û bese jî.
Gelo ev çawa çêdibe? Ev bi cidîgirtina min re dibe. Ew dijminê ku we tu carî cidî nedigirt, ez pir cidî digrim. Ez her dem henaseya wî di patika xwe de hîs dikim. Lê dîsa jî ez nasekinim. Ma qey hûn nabînin, dibe şûjin û dikeve çavên we jî lê hûn nabînin. Lê belê ez wî li her derê dibînim. Her wiha min di heman cihî de jî sekinandiye. Ev ji bo şerkirinê pêwîst e. Lê weke din ez tiştek din jî dikim. Ew jî çi ye? Karên binxistinê ye! Hûn ne di vê wateyê de dibînin û cidî digrin, ne jî di mijara xebatên binkeftinê de ji xwe bawer dikin. Na ji xwe bawer bikin. Qet ti kes ji we bi qasî min ji sifrê ve dest pê nekiriye, rû be rûyê bêderfetiyan nehatiye, bi serê derziyê bîr nekolaye. Lê min hemû pêkanîn. Derfetên we hemûyan jî bêyeksan ji yên min bêhtirin jî. Hûn li çiyayên azad in. Hûn di nav yêkîneyên fedayî yên herî bi bawer de ne. Çekên we jî ne kêm e. Di wê demê de piştî wê çi ye? Piştî wê; feraseta binketî; bi felsefeya ku dibêje “ji bo ku ez jiyan bikim ezê bin bixim, ji bo ku ez bin bixim ez ê jiyan bikim” girêdayî mayîna bêhempa ye. Di fikir de binxistin e. Her wiha di her karê jiyanê de binxistin, bi taybetî di rêxistinê de, di pilankirina çalakiyeke ku li hemberî dijmin de vêna pêkanîn e. Wê her tiştên pêwîst bêne kirin. Wê bikeve nav şer û jiyan bike. Bi serkeftinê kirina yek ya jiyan û şer dibe rêya we ya pêkanîna vî karî. Dijmin li beramberî vî berê tenê jî nîne, weke ku hûn dibînin wê bê cidîgirtin jî, lê belê bi tedbîreke hêsan re. Nimûna vê çi ye? Cihên çiyê yên herî hêsan ku mirov nikare biçê hûn hemû dikarin biçin. Ew ji bo şerê di eniyê de sengerekî başe. Ev ne zehmet e. Li wir xebat kirin, binxistina kesayeta ku dijmin bintêxe de encam girtin, hemû amadekariyên ku rêgez û rêxistina ku dijîm binbêxe pêkanîn girîng e. Lê mixabin hûn vê nakin. Her wiha ev nabe mafê jiyanê, di şer de nabe tarzê milîtanbûyînê.
Gava ku em derbasî şerên Newrozê dibûn min ev her tim wisa zanîbû. Min gotibû ev zarok, ev ciwan û ev milîtan dê biçin çiyê. Di wê demê de wê dijmin tînebibe. Min ev gotibû wê ji Qada Rojhilata Navîn derbasî mîlê avê yê din bibin û jixwe piştî wê xilas dibe. Min qet nexwestibû teoriyê jî pêş bixim. Her wiha min nexwestibû rêzikname û rêzenameyekê jî amade bikim. Ji ber ku min got, jixwe wê wan çiyan nîşanî wan bide ku wê çawa biaxivin û şer bikin. Di Newroza ’1985’ an de bi rastî jî rêhevalê ku herê zêde min jê hez dikir, kesayeteke wisa bû ku bûyîna rêhevalê wî jî herî zêde kêfa min pê dihat, rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) ku xwediyê navê vê dibistana me ye hinek tişt digotin.Em bi hev re bûn, me wê Newroz‘ê nîqaş dikir, me hewl dida ku em wê Newroza ’85’ an bi serkeftî derbas bikin.
Jixwe hûn Egîd nas dikin, şehîdê vê meha ku 27‘ê bi 28’an ve girê dide ye. Dibêje; “Emê di vê partiyê de van qurnaztiyên gunditiyê nedin jiyîn. Dibêje; pêwiste ev qadro bi awayekî şahane bêne perwerde kirin. Herwiha dîsa dibêje; berovajiya wê ger ev nebin dê ev hemû pêngava 15’ê Tebaxê ber bi têkçûnê ve bibin. Tiştên ku gotine hemû kite bi kite rastin. Dibe ku encama wê îxanetê de hatibe qetil kirin. Zilamên ku di yêkîneya wî de cihê xwe digirtin qet ji wî fêm nekiribûn û piştî wê jî şer têk çû. Yên ku me ji wan re digotin “dikarin her tiştî bikin”, pir xerab têkçûn. Hîna jî pir ne kême tiştên ku di feraseta we ya bi êş de tên jiyankirin. Şûna ku fermandar yekîneya xwe ber bi serkeftinê ve bibe, şûna ku derfetên jiyana xwe bide rêhevalên xwe, ber bi mirinek xerab ve birin. Ma gelo yên ku bi vî awayî fêm dikin kêmin?
Niqaşkirina van jî ji min re çiqasî zehmet tê û yên ku ev gerîla û ev artêş anîne vê rewşê, yên di bin tarzê şerê fermandarê binavûdeng “Z” de razayîne tarzê jiyana wan çi qasî kirêt e. Ez ê nebêjim ev sûçê we yê herî giran e, ev rastiya we ya bi êşe. Ji wan tiştan bigerin, bi vî rengî neçin şer! Heke hûn bi vî şêwasî berdewam bikin, di cihê xwe de bisekinin an jî biçin cihê ku hûn dixwazin.
Ez ê ji bo artêşê hinek tiştan bibêjim, soza şehîdan fermana bingehîne. Gerîlayê resen Egîd e û ew hestên û gotinên wî yên xweş ji bo me fermanek e. Di hemûyan de jî heye. Zilan jî bi wî rengî ye. Ew hemû gotinên wê ji bo me fermanek e û jixwe baş meşiya. Ya girîng ne ew e ku mirov pir bi serkeftî be, ya girîng ewe ku tenê yek jî be bûyîna wan ya bi serfetinekê ye. Em ê wê serwer bikin! Wê keç- xort-ciwan jî vê serwer bikin! Ji derveyî vê kes nikare bikeve nav vê artêşê, navê vê artêşê ev herdu nav in. Ger hêza te hebe û pêwîstiyên wê binî cîh, tu dikarî soza xwe bidî. Her wiha gotinên wî jî fermanek e. Ji bo şerkirinê û heta ji bo xeta nekirinê, rûpelek jî bes e!
Êdî pêwîst e hûn van fam bikin. Hûn xebatên artêşê pir dixwazin. Her wiha min xebatên partiyê jî ji we re vegotin. Mazlum partibûn e. Kemalên me, Hayriyên me, bi hezaran şehîdên me bi xwe yên bi vî rengî mezin hene. Ew in milîtan. Ez bi xwe jî berdevkekî wana me. Sibê ezê bibim çi ne diyar e, lê min heta niha karê berdevkiyê kir. Artêşa wê jî ev e; jin Zîlan e, xort jî Egîd-Mahsum e. Ev gavên destpêkê bûn. Di heman demê de gavên dawî ne jî, yan jî em ê bi hev re gavên wê bavêjin. Wê li ser wî hîmê pêk were. Tu aliyên vê yên ku neyên famkirin nînin. Ez bawer nakim ku pewîstiya vê yekê pir bi perwerde û teoriyê jî hebe. Pewîstiya bi vekiribûn, bi vekiribûna dil û zihin, her wiha bi gavên bi pîvan heye. Zîlan şervaneke nû bû, çalakiya xwe çiqasî bê kêmasî bi rêxistin kir. Egîd bê ku gotineke bi xete jî bike ji destpêka ku yêkîneya xwe ya gerîla avakirî ve heta henaseya xwe ya dawiyê çiqasî xweşik bû, çiqasî bi wate bû. Teoriya gerîla û pratîka wê jî baş dimeşand. Hûn dikarin bêjin ku ew hate kuştin. Dibe ku qelsiyên wî jî hebin. Divê fermandarek gerîla bi hêsanî nemire!