Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li gel min bi cewherê jinan re pêşxistina jiyaneke xwedî ast, azweriyek e

Ez jî xwe xwediyê jinan ên xwezayî dîtina zilam nefretê dikim. Tu jin divê ji min helwesteke weke xwediyekî xwezayî hêvî neke. Dibe ku di vê mijarê de mirovekî herî neçar im. Dibe ku ez xwediyê her tiştekî bim lê belê xwedîbûyîna jineke tu caran di aqilê xwe de jî derbas nakim. Ez vê weke bêexlaqî û li hemberî xwe weke tawanekê dibînim. Bi cewherê hemû jinan re pêşxistina jiyaneke xwedî ast, di min de azweriyek e. Di vir de jî milkiyet û çînê nas nakim. Ger jinên bi milkiyet û çîn hebin, ez dixwazim wan hemûyan ji vê bikişînim. Jixwe me hûn ji van sînoran kişandine nêvenga azadiyê. Ev dibe encamên xwezayî yên ku xwestek û lêgerînên min ên jinan. Ne hûn bi hêsanî bi xwedîbûyînê digerin, ne jî kesek tîne bîra xwe ku bibe xwediyê we. Bi tenê dikarin bibin heval. Ev xweşiktir e. Ez xwe li jinan ferzkirinê nefret dikim û ferzkirina bêmaf weke ketineke mezin dihesibînim. Lê belê ji jineke ku xwe bispêre şêwaza têkîliya bimilkiyet û hemû paşdebûna xwe û kêmbûna xwe ferzkirinê jî nefret dikim û vê jî weke ketineke bi nav dikim.

Me di dîroka mirovahiyê de bi jinan re meşeke bi îdîa pêk anî. Ji ber ku îdîaya we ya gihiştina jina azad heye, mirov dikare bi we ewle be, tev li bibe bixwaze dinyaya xwe parve bike. Li gor min ev a helal e. Ya heram cihê ku milkiyetê mirov çarçove kiriye ye. Ger em ji vê rizgarbûnê pêk bînin, wê demê dibe ku hestên pîroz pêş bikeve, vîn rabe ser pêyan û hizirandin biherike. Gelo ma min hûn gelekî tengav kirine? Lê belê ji bîr nekin ku bi qasî ku tu kes ne bi we re ye ez bi we re me. Ez dikarim îdîa bikim ku ji yê hûn jê hez dikin zêdetir ez ê têm hezkirin im, hem jî yê hez dikim e. Hatiye peyitandin ku ez ê ku rêhevalê xwe yê jin fêm dikim û dixwazim em bi hev re bimeşin. Ji ber wê jî dema ku hûn gelekî tengav bûn û we got, ‘ev çi kar e hat serê me?’ xirab nebînin. Sedemê wê ne ez im. Sedemê wê kesayeta we ya ku bi sedan sal in, hatiye windakirin e, rastiya we ya civakî ku xwe windakiriye ye, gel e, azadiya gel e. Ez dixwazim tiştê ku we windakirî hindekî zindî bikim. Gelo hûn ji me çi dixwazin? Gelo we evîn, ewlekarî, bawerî û hizirandin xwest û we di me de ew nedîtin? Em di van hemûyan de xwedî îdîa ne. Divê hûn xwestekên xwe pêş bixin û bigihînin hêza nêzîkbûna van tiştan.

Ne bi xeyalên gelekî bêwate, ne jî qet nayê gihiştin nêzîkî me nebin. Rêbertî pergaleke nirxan e. Mirov dikare bigihêje, ne tenê li ser jinan, li ser vî gelê ku em bi navê wî tevgerê dimeşînin, li ser milîtanên ku em dixwazin bikin hêzeke dijwar, bêguman em ê bibin hêzek. Ji ber ku weke din şoreş nameşe. Lê belê ew meş, di heman demê de meşa we ya ku hûn gelekî pêdîviyê pê dibînin û hema ji her tiştî pêşdetir e ya şeref û rûmetê ye. Jixwe ger ew wiha nebûya we nedikarî rojekê jî mecal bidîta û nirx bidayê. Tê wê wateyê ku em di rêya rast de ne. Ya esas evîna min û azweriyên min ên azadiyê ne. Weke ku bi xwedê tên girêdan, hûn jin jî ev gel jî pêwîstiya bi vê girêdaniyê dibîne. Dibe ku ez ji we hemûyan dijwartir bi vê rêgezê ve hatime girêdan. Ev xeyal xeyalên kê ne, ev evîn evîna kê ye? Ez faniyek im, lê belê hest û hizrên min wê ber bi sedan salan ve biherike û biçe. Pêwendiya vê bi kesayetê re nîne. Bi temamî kesayetekî gel, parçeyekî mirovahiyê ya bi nirx e. Me xwest vê rave bikin ev yek tê qebûlkirin. Weke ku layiqê min hatiye dîtin, bêyî ku birevim dixwazim vê temsîl bikim.

Di exlaqê azadiyê de ji beriya her tiştî xwedî hêzbûn û azadbûyîna vînên beramberî hev hene. Exlaqê azadiyê, şêweyên girêdaniyên koletiyê qebûl nake. Ji ber ku mirov gelekî lawaz in ne, ji ber ku dixwazin bihêz bin, bi vê ve têne girêdan. Ji ber gelekî bi ajoyên xwe ve girêdayî ne na, li gor pîrozbûyîna azwerî û hestên xwe girêdaniyê esas digirin. Ji bo ku li gor exlaqa gelekî fermî û kevneşopî malekê ava bikin, malbatekê ku armanca wê ji bo zarokan girêdaniyekî pêşxistinê esas nagirin. Ji bo ku hêzê bidin zagonên bingehîn ên civakê pêwîstiya tevlibûna hev dihesin. Di têkîliyan de girîn û gazinc nabe. Bi girêdaniya mekanîzmayên venêrîna civakî ve jî tevlibûna têkîliyan nabe mijara gotinê. Taybetmendiya herî bingehîn a vê exlaqê weke ku hesteke estetîk a pêşketî esas digire, di heman demê de parvekirina xweşikbûnê ye jî. Ji bo derbaskirina zehmetiyên mezin jî dibe ku ev girêdanî hewce be. Ji bo ku têkîliya her kesekî heye, bila têkîliya min jî hebe, ez têkîliyê ava nakim. Ger bal lê were kişandin, ev dikeve pileya girêdaniyeke evînî. Yê ku asta xwedayîbûnê tengav dike evîna pîroz e. Hêza we ji bo evînên pîroz ên xwedayî nîne. Lê belê em neçar in wiha bin.

Ez nirxeke mezin didim xebatên jinan. Tu zilamekî bi qasî min xwe nedaye têkîlî û xebatên jinan. Ji gelekî weke kurdan ku gelekî ketiye, ji hizir û hest dûr ketiye, pêşxistina jinên wiha, ji bo raberkirina mezinbûna vê xebatê têr dike. Zilam an bi hevjîna xwe re yan keça xwe yan jî bi dostekî xwe re pêwendî dikin. Ango jinên ku pê re pêwendiyê dikin ji hejmara tiliyên destekî derbas nabin û tu zilam nikare vê yekê derbas bike. Têkîliyên ku bi pêş dixin jî bi giştî têkîliyên serdestiyê ne. Profesorekî ispat kiriye ku qaşo zilamek dikare di heman demê de ji du jinan hez bike. Vî tiştî weke dîtineke gelekî mezin dide nîşandan. Ez jî behsa ji hemû jinan hezkirinê dikim. Nêrînên profesor nîşan dide ku ezeziyet çi qasî li pêş e. Ger ez ji hemû jinên ku werin hezkirin hez nekim ez ê xwe kêm bibînim. Asta min hindekî wiha ye.

Di dijînameya bi navê ‘ayetên Apo’ de ez ji ber ji jinan hez dikim tême tawanbarkirin. Selîm Çûrûkkaya yê ku ev nivîsandiye, dema ku tev li xebatên me yên komê yên destpêkê bû du herêmên me yên ku bi hev germ nedibûn hebûn. Ji beşa Çewlikê zazayên sunî û ji beşa Dêrsimê kurdên elewî hev qebûl nedikirin. Koma me ji her du cihan jî mirov xistin nava xwe. Ji van deran keçikekê û zilamekî têkîlî ava kirin û zewicîn. Her du jî ji aliyê dijmin ve hatin girtin. Şahidan digotin ‘di astekê de bûn ku ji bo vê têkîliyê dikarîbûn çil caran li ber lingên dijmin bigeriyane.’ Weke ku ji bo hemû mirovên xwe me ji bo van jî bawer kir ku pêwîst e ev têkîlî bibe têkîliya partiyê, ya welatparêziyê, ji bo jin û zilam jî divê bibe têkîliyeke rast û me xwest em rêgezê her dem pêk bînin. Me got bila milîtanên partiyê girêdaniyê di nirxên bingehîn de pêk bînin û wê ezezîbûna gelekî kevin bûye derbas bikin. Li hemberî vê bertekeke mezin raber dikin û dibêjin “partî me ji me didize, me xerîb dike.” Di rastiyê de ev dereweke mezin e. Hêza ku van her du beşan digihîne hev partî ye. Yê ku durûtiyê dike, xiyanetê dike jî ew bi xwe ye. Hemû nirxên pîroz, bin pê dikin û dixwazin bi rêya partiyê ezezîbûna xwe rizgar bikin.

Ji ber ku dizane ez hindekî hêza rêvebirina vî tiştî me jî qaşo pirtukeke bi navê ‘Ayetên Apo’ derxist. Ez vî tiştî ji ber ku gelekî girîng e na, ji bo ku ezeziyeteke gelekî xirab re bibe mînak diyar dikim. Bêyî ku ez jineke jî zilamekî jî di nava hindek hestên bingehîn de bihelînim, bi armancên rizgariya civakî û neteweyî û bi şerê rizgariyê ve girê bidim, qebûlkirina min a wan ne gengaz e. Ez ji bo vî gelî dixwazim cara yekê van tiştan pêk bînim. Ji ber ku bi vî gelî wiha tê fêrkirin ‘xwedîderketina pisîk û seyên xwe rêgeza herî pîroz e’ xwedîbûna jina xwe û mêrê xwe jî qaşo rêgeza herî pîroz e. Ez jî vî tiştî weke ketîbûneke herî mezin dinirxînim. Muxalifên Apo jî ji ber vê sedemê derdikevine holê.

Ez nikarim di hezkirinê de pîrozbûnê nejîm. Li gor min pêwendî nîşannedana pirsgirêkên zayenda jinan û li ser hindek rêyên çareseriyê lê hûr nebûn, tê wateya şoreşgeriyeke kêm. Hesteke gelekî balkêş e, min hetanî niha xwe weke mêrekî nedît. Ez naxwazim tu kesî jî weke jineke erzan bibînim. Van hestên wiha layiqê xwe nabînim. Xweşikbûnekî, her gotineke xweşik çalakiyeke xweşik, çi tiştê ku nirxê xwe yê estetîk a xweşik hebe, parvekirina wê di min de asta azweriyê de ye. Vaye exlaq ev e.

Ji ber ku ez mirovekî azad im, ên din derbarê min de çi nivîsîne, çi gotine ne di xema min de ye. Dibe ku berê ez hindekî ditirsiyam, lê belê niha qet natirsim. Em nikarin bibêjin ku berê jî tirs hebû, ji ber zêde xwedî hêz nebûm, min zêde nedida derve, lê belê ez niha didime derve. Divê mirov ne tenê ji bo xwe, ji bo hev jî jiyînê bizanibe. Bi qasî ji bo hev jiyînê bizanibin, bi qasî bixwazin pêşketina civakî, dikarin bi pêş bixin. Em rewşeke awarte dijîn. Hûn ne dikarin bi têkîliyên civakî yên heyî re, ne jî bi pergala dahatûya pêk were re bijîn. Em vê gavê rewşeke ku ya kevin bi rengekî awarte, bi lez ji hev cihê dibe yê nû jî bi rengê hatiye diyarkirin ve xwe derdixe holê dijîn. Di vir de her tişt bi qasî ji aliyekî ve yê kevin dirûxîne, dahatû avakirinê jî esas digire. Zimanê van dibe û li hevketina vê dê bijî. Di kesayetên we de ev tişt zêde nehatine fêmkirin. Hûn her dem dixwazin ê asayî bijîn. Dema we nekarî hûn ê asayî bijîn, hûn dixwazin weke xeyalî bijîn. Jiyana we yan gelekî xeyalî ye yan jî asta paşerojê ya gelekî asayî ye. Hûn di van her du xalan de winda dikin. We şêwazê hûr a pêvajoya awarte tu caran bi xwe neda qebûlkirin û pejirandin. Di we de xeyalîbûn û rêzêbûn di nava hev de ye. Vaye di vê xalê de hûn tengav dibin.

Rewşa min jî gelekî cuda ye. Teqez pêwîst e hûn çîroka me baş hîn bibin. Çîrok balkêş e û hînkar e. Mînak lêkolîna we ya asta min a hest gelekî girîng e. Dahûraninda asta wê hestê ber bi afirandina neteweke ve bir. Ev aliyên we nînin. Koletî, pûçbûn û kirêtiya di têkîliyên we de diherike û diçe. Hûn vê ji xwe re nakin pirsgirêk. Mînak pîvanên we yên qebûl û redê bi pêş neketine. Di we de bûyera qebûl û redê tevlihev e. Tiştê ku we red kiriye, hûn dikarin roja din qebûl bikin. Di me de pêşketina qebûl û redê pêşdeçûyîna cihêkirinê ya di asta pêş de mijara gotinê ye. Di vê têkîliyê de jî di rêya qebûl û redê de şerekî mezin hat meşandin. Her tişt leyîstokeke sîxuriyê nebû. Dilsozî û welatparêziya destpêkê heta dawiyê bû, qezenckirina têkîliyê heta dawiyê bû. Lê belê du armancên berovajî hebûn. Yekê dixwest bi dijwarî berlingên KT yê bigere, yê din jî dixwest bi dijwarî ji wê rizgar bike. Bêguman ev pevçûneke mezin bû. Tu têkîliyên hest û evînê jî nedikarî rizgar bike. Jixwe di vê têkîliyê de, di vê hestiyariyê de evîn û girêdanî bi pêş nakeve. Berovajî wê şev bi pêş bikeve. Di vir de hest û hezkirin dê veguherin kîn û hêrsê, girêdanî dê veguhere dijberiyê. Hest çi qasî bihêzbin, ew qasî jî dê veguhere şerekî mezin. Dê encam bibe weke ku min kiriye.

Pêvajoyên şoreşan, pêvajoyên ku hem jiyîna hizir û hestên mezin in û hem jî pevçûna wan in. Ên ku ne wiha ne her dem hîs dikin ku di bin lingên şoreşê de dixuşikin û jiyan ji bo wan hîn xirabtir dibe. Ez rastiya şoreşê diyar dikim, ger hêza we hebe em bi hev re bimeşin, em nikarin ê hêsan hilbijêrin. Ger min ê hêsan bijiya, ma gelo ev têkoşîn rojekê li ser piyan dima? Divê em li welat başî û xweşibînê pîroz bikin û em li wir bigihêjin hêza jiyanê. Şoreş hindekî ji bo vê ye.

Hûn ê di şoreşê de zilamê xwe bi xwe biafirînin, gelo hûn ê çawa zilam biafirînin? Berî her tiştî gelo hûn ê çi qasî xwe biafirînin? Jinên ku xwe neafirîne, afirandina zilam li aliyekî bimîne, nikarin xwe ji evd û kolebûna wî rizgar bikin. Ev kar, karekî lêhûrbûnê ye û hûn ê ji bo vê hewl bidin. Ciwaniya xwe hindekî ji bo vê feda bikin. Di vê mijarê de hindekî xwe ava bikin, xwe bi çek bikin. Encax hûn dikarin wisa zilam veguherînin. Ez çawa ku jinê bi hêsanî naecibînim, hûn jî zilam bi hêsanî neecibînin. Ger min bi hêsanî jin ecibandiba, yek jineke xwedî nirx û pîvanên Rêbertiyê dernedikete holê. Hûn jî hindekî vî tiştî ji bo xwe esas bigirin. Jina ku bi xwe ewle ye, divê xwe baş plan bike. Ez tehrîka xweşikbûnê û pîroziya hest a di we de pêş dixim. Ez we vedixwînim egîdiyê. Ev hest û hizrên we gur dike. Dibe ku ji nava we gelek qehreman derbikevin. Hûn jî vê rêbazê pêk bînin. Dema hûn bibêjin ‘ez koleyê te me, nizanim çi yê te me’ hûn ê di serî de winda bikin. Gelo dema zilamtî tê gotin, behsa çi tê kirin? Ger hûn berî vê pirsê bipirsîn jî bibêjin ‘zilamê ku min xwe dayê’ tê wê wateyê ku hûn tune bûn. Ji ber ku zilamê di civakê de zilamê ku yê we di heftiyekê de tune bike ye. Ji bo wê jî xwedî plan bin, xwe bi hêsanî nedin dîl.

Ger ez ji bo ku xwe bi we bidim qebûlkirin bi ziravî amade dikim, sedemeke vê heye. Hûn jî di mijara wiha bûyînê de xwedî îdîa bin. Tişta herî xirab, bi erzanî û bi koletî girêdan e. Ez nabêjim bila hezkirin û rêhevaltî nebe, bi kesayet û nasnameya xwe ve vê têkîliyê ji bo vê jî xwe biafirînin. Hûn çi qasî bikaribin bi bandor, bi plan û bi tevdîr bin tê wê wateyê ku hûn ew qasî şoreşger in. Naxwe dema we got ‘em çi qasî kole ne, em çi qasî jina mêrê xwe ne’ hûn ê şoreşê paş ve bibin. Ji ber wê jî nirxa zemînê azadiyê, rêgeza azadiyê baş bizanibin. Dahûrandinên ku min ji bo wê pêş xistiye, hêza partiyê baş binirxînin. Xwe bi jêhatiyên xwe yên afirandêr ve bikin yek. Bi vî rengî hûn dikarin di zilam de asteke diyar biafirînin. Dema ez dibêjim, zilamê xwe biafirînin, ez nabêjim zilamekî li gor xwe biafirînin. Ez dibêjim asta zilamtiya ku tê qebûlkirin biafirînin. Hindekî hemû zilaman biafirînin. Ez jî hem zilam û hem jî jinan diafirînim.

Em destpêkên xweşik pêk tînin û misoger bi pêş dikevin. Ya herî girîng jî di têkîliyan de pêşketin heye. Dema ku mirov dibêje jin, hest û hezkirin tên bîra mirov. Ez vê bi asteke guhertîtir bi dest digirim. Min ji bo vê got ‘rizgariya evînê.’ Divê hûn bizanibin ku ka ev yek tê çi wateyê. A herî girîng jî ji pirsa ‘jiyaneke çawa?’ re ji aliyê ve pêwîst e bersivên we yên gelekî hûrbûyî hebin. Hûn dikarin li ser vê bi salan nîqaş bikin. Civakeke çawa, siyaseteke çawa, artêşeke çawa, hesteke çawa, têkîliyeke taybet û giştî ya çawa, hezkirineke çawa, ecibandineke çawa, zayendîtiyeke çawa? Hûn dikarin van hemû mijaran nîqaş bikin û bigihêjin zelaliyekê. Ev hem mafê we ye û hem jî erka we ye.

Girîngiya mijarê bênîqaş e. Şoreşa jinan mijara sedsala 21’ê ye. Ger mirovahî dê piştî vê gavavêtineke girîng pêk bîne, dê vê kûrbûnê di asta jinan de bi dest bixe. Rexmî ku em gelekî ji her alî ve paş ve hatine, em şoreşekî ji hemû gelan pêşdetir kûr dikin. Ev jî ji bo me kêfxweşiyek e.

Her şoreşeke dîrokî di serî de bi kesên kêm û lewaz ve, di axên hêjar de pêş dikeve. Şoreşa Kurdistanê jî hindekî wiha ye. Lê belê ev şoreş hindek nirxên bingehîn ên mirov pêdîvî pê hene, di cewherê xwe de dide jiyîn. Parçeyekî vê yê herî girîng jî şoreşa jinan e.

Em dizanin ku hûn bi zehmetiyan re rûbirû ne. Hûn ji nava mercên jiyana gelekî cuda û awarte tên. Lê belê şoreşa jinan gelekî girîng e, ji bo dahatû û serkeftina şoreşekê ye. Li ser vê bingehê ez bi pêşketina konferansên jinan jî bawer dikim. Kongreya we ya di asta neteweyî de jî wê rê li ber pêşketineke zêdetir vebike. Dê her biçe tevgera jinên azad pêşketinê pêk bîne. Xebatên we yên di vir de parçeyekî vê yê girîng e. Heta xwedî naverokekî ye û wê ji bo şoreşên din bibe çavkaniyek. Pêwendiya me jî ji bo vê gelekî bilind e.

Ez xwe dispêrim van hemû tiştan û diyar dikim ku em hem destpêkên saxlem pêk tînin û hem em ji rastbûna rêya xwe ewle ne. Em bi asta xwe ya heyî ve jî ji hev fêm dikin. Li gor pêvajoyên kevin, rêzdarî û hezkirina me gelekî pêş ketiye, divê em di vê de bi israrbin. Ev dê me bibe afirandin û hevparkirina nirxên azad, wekhev û ya herî girîng jî ya xweşik. Jixwe şoreş amrazê pêkanîna vê ye. Bi dijwarî pêdiviya we bi vê heye. Di vê wateyê de şoreşa min şoreşeke armancê ye. Şoreşeke bi jinan re jî hem pêkanîna ne koletiyê azadiyê, ne kirêtiyê xweşikbûnê, ne şaşitiyê rastiyê ye û hem jî şoreşa parvekirinê ye.

*9’ê Sibata 1995’an

Nûçeyên Têkildar