Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin

Li gelek bajaran vê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtin û bi dehan dest di serdegirtina polîsan de hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan

Li dijî welatî, kesayet, siyasetmedar û sazî û rêxistinên sivîl ên civakî bênavber operasyonên pêla binçavkirin û girtinê pêk tên. Vê sibehê jî li ser fermana dozgeriyan li hin bajaran polîsan bi ser malan de girt û gelek kes binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de kelûpelên welatiyan jî serûbin kirin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan bi ser mala rêvebirê HDP’ê yê berê Husnu Babat de girtin û binçav kirin. Babat ê ku sedemê binçavkirina wî nehat zanîn birin Midiûriyeta Polîsan a Hezexê.

Wan 

Polîsan duh bi şev bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê de girt. Bêyî ku agahî bidin rêveberek partiyê serdegirtin pêk hat û polîsan li qata çaremîn a ku aydê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ye lêgerîn pêk anîn. Dest danîn ser hardîsk û hin pirtûkan. Polîsan li ser depê li odeyê jî nîşeya ‘Selamileleykim, o em hatin’ nivîsandin.

Li aliyê din vê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de jî girt. Di serdegirtinan de Denîz Adar Eldemîr, Dîlaver Eldemîr, Ferhat Azan û Arjîn Tuncer hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Ferhat Eldemîr jî li Xarpêtê hat binçavkirin.  

Amed 

Li navenda Amedê jî polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girt. Di serdegirtinên malan de endamê Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Azîz Yagmûr û kesê bi navê Mehmet Yalçin hatin binçavkirin.

Polîsan deriyê mala Azîz Yagmûr şikandin û ketin hundir. Polîsan 4 kesên li malê bi ser dev dirêjkirin û çek xistin serê wan. Polîsan bi qûndaxa çeke li Umît Akbiyik dan. Her wiha polîsan pê li pişta Çeko Mîmkara û birayên Azîz Yagmûr, Mehmet û Fûrkan Yagmûr kirin û li wan dan. Polîsan heqaret û tehdît kirin, hemû kelûpelên malê serûbin kirin û dest danîn ser telefon û pirtûkan.

Akbiyik û Mîmkara ji bo rapora lêdanê werbigirin çûn nexweşxaneyê. Hînceta binçavkirinê nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Tê gotin dibe hejmara binçavkiriyên li Amedê zêde bibin.

Sêrt

rtê jî polîsan bi ser mala Endama Meclisa Giştî ya Bajêr Cemîle Altan de girtin û li malê lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê Cemîle Altan binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Sêrtê.

Hat zanîn ku li Êlihê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Tê gotin ku derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê heye û 14 kes bi îdiaya bûyerên 6-7-8’ê Cotmehê yên Kobanê hatine binçavkirin.

Îzmîr 

Li îzmîrê polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de kelûpel hatin belavkirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal, telefon û komputeran.

Di serdegirtinan de Zerga Ozturk, Fadîme Kocakaya, Zûhal Çelebî, Hediye Tekîn û Mutaber Akgul bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê’ hatin binçavkirin. Her wiha hat zanîn ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan danîne ser kesên hatine binçavkirin.

Enqere 

Her wiha li Enqereyê jî Serdozgeriya Komarê derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê derxist. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Endama Meclisa HDP’ê ya berê Erol Çîftçî, endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tûnahan Gozlugol, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Newroz Gulen, Mesût Çîftçî, Ezgî Orak û welatiyê bi navê Mahmût Altan ê 73 salî yê ku nexweş e hatin binçavkirin. Hat gotin ku welatî bi hinceta ‘propaganda rêxistinê kirine’ hatine binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar