Navenda Nûçeyan |
Hêrs û berteka li dijî qetilkirina Denîz Poyraz zêdetir dibe. Denîz Poyraz duh di êrîşa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin. Li gelek bajaran qetilkirina Poyraz bi daxuyanî û meşan hat şermezar kirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Em ê bêdeng nebin, netirsin û îtaet nekin.”
Wan
Meclisa Jinan a HDP’a Wanê li pêş avahiya xwe daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Leyla Balkan daxuyanî da û got ku berpirsê qetilkirina Poyraz Wezîrê Karên Navxweyî û tifaqa AKP-MHP’ê ye.
Endamên Platforma Demokrasiyê ya Wanê jî li ber kargehek daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê heta avahiya HDP’ê meşiyan.
Agirî
HDP’a Bajêr a Agiriyê û navçeyên xwe jî bi meşekê qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Di meşê de dirûşm hatin berz kirin û meş li ber avahiya HDP’ê bi dawî bû.
Gîresûn
Nûnertiya HDP’ê ya Bajêr a Gîresûnê jî civîna çapemeniyê li dar xist û êrîşê û qetilkirinê şermezar kirin.
Amed
HDP’a Bajêr a Amedê jî li Meydana Deriyê Çiyê daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên HDP’ê û endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Meclisa Ciwanan Yûsûf Acar got ku di hedefa ewil a îktîdara faşîst de têkoşer û ciwan hene û faşîzm bi her awayî dixwaze xebatên HDP’ê îlegalîze bike û dê destûr nedin faşîzmê.
Parlamenter Pero Dundar jî her bûyerek diqewime girêdayî hev in û revandin û gefên li dijî ciwanên wan ji vê bûyerê ne serbixwetir e û got ku axaftinên dayika Denîz Poyraz ji wan ferman e û dê gotinên dayika wê bi cih bînin.
Dêrsim
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsimê jî li Kuçeya Hunerê qetilkirina Poyraz şermezar kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ji îktidar û şirîkê îktidarê hêz girtiye û êrêş pêk aniye.
Xarpêt
HDP’a Navçeya Depê ya Xarpêtê jî têkildarî êrîşî daxuyanî da û anî ziman ku li ser daxuyaniyên îktidarê ev êrîş pêk tên.
Mêrsîn
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê protesto kir. Daxuyanî li Parka Zarokên Azad pêk hat û gelek kes beşdar bû. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş encama siyaseta îktîdarê ye û roj roja hev girtinê ye ku li dijî faşîzmê derkevin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê Wezîrê Karên Navxweyî ji ber êrîşê li tavilê îstîfa bike.
Hatay
HDP’a Navçeya Îskendûrana Hatayê jî qetilkirina Poyraz şeremzar kir û got ku Denîz Poyraz rûmeta wan e.
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Osmaniye jî êrîş şeremzarkirin û banga têkoşîna hevgirtî kir.
Riha
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî daxuyanî da û êrîşa li dijî HDP’ê û qetilkirina Poyraz şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ne yek kes e û gelek kes hene.
Semsûr
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê û navçeyên xwe jî êrîş şermezar kirin. Hevseroka Bajêr Zelîha Karinca daxuyanî da û roj roja xwedî derketina HDP’ê ye û hesab pirsîna ji AKP’ê ye.
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kolika Semsûrê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û diyar kir ku HDP gel e, gel bêdeng nabe û Denîz nemire.
Dîlok
HDP’a Dîlokê jî li ber Edliyeya Dîlokê daxuyanî da, gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û nerazîbûn nîşanî qetilkirina Poyraz da. Hevseroka HDP’a Bajêr Songul Koçdag daxuyanî da.
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrûl jî axivî û wiha got: “Yên ku partiya me hedef nîşan didin û krîmînalîze dikin hevkarê vê cînayetê ne. Îktîdara ku AKP û MHP’ê ji bo xwe li ser pêyan bigire, tiştên berê aniye serê me dîsa dixwaze bîne serê me. Em aciz in, bi hêrs in. Lê em ê van rojên tarî û teng derbas bikin û li pêşiya me firehî heye. Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin û zêdetir bikin û em bi biryar in ku bayê bakur biwezinînin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Êlih
HDP’ê ya Bajêr a Êlihê jî li ber avahiya xwe bi beşdariya Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên xwe Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kesan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kulpu got ku îktîdar li dijî partiya wan dijminatiyê dike.
Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku Denîz Poyraz bi awayek organezîkirî hatiye qetilkirin û dê qatilan û yên ferman dane derxin holê.
Bismil
HDP’a Navçeya Bismila Amedê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir.