Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li gelek bajaran êrişên li ser HDP’ê hatin şermezarkirin

Zext û pêla binçavkirinê yên li ser HDP’ê li gelek navendan bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Hevserokên bajaran ên HDP’ê gotin: “Gelê kurd, HDP’ê serî netewand û wê tu demê netewîne. Wê kurd û gelên din bi ser bikevin û AKP têk biçe”

Dewleta tirk di 12’ê Nîsanê de di bin navê ‘Lêpirsîna Kobanê’ de li 13 bajaran endam û rêveberên HDP’ê kirin hedef, derbarê 91 kesan biryara destgîrkirinê da û bi dehan kes destgîr kir. Bi taybetî avahiya HDP’ê ya Cizîrê ji aliyê polîsan ve hate talankirin. Ev êriş li gelek bajaran hatin şermezarkirin.

Li Amedê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî hate dayîn. Parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Îmam Taşçier û hevserokên bajêr jî di nav de rêveberên DBP’ê jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan axivî û diyar kir ku ji sala 2015’an ve li dijî partiya wan bi hezaran operasyona hatine lidarxistin û ev tişt got: “Di van operasyonan de bi hezaran HDP’î hatin destgîrkirin û di heman demê de bi hezaran HDP’î jî hatin girtin. Armanca desthilata AKP-MHP’ê ew e ku HDP’ê bêbandor bikin û nehelin siyaseta demokratîk bi pêş bikeve. Civak kuştina xwe û aştiyê naxwaze. Êrîşên desthilatê ne ji xurtbûna wê ji qelsbûna wê ne. Çi dibe bila bibe AKP-MHP hatine ber asta qedandinê. Yên ku winda dike ew in û ya ku qezenç dike jî siyaseta HDP û sazî û dezgahên civaka demokratîk in.”

Piştî axaftina Zeyyad Ceylan, parlementer Dersim Dag jî axivî û “Lêpirsîna Kobanê” weke “kompas” pênase kir û wiha got: “Desthilat bi ‘Lêpirsina Kobanê’ dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike. Li Kobane DAIŞ’ê winda kir. Deshilata AKP’ê vê qebûl nake û ji ber vê yekê bi ser gelê Kurd te tê û dixwaze tola DAIŞ’ê ji Kurdan bigire. AKP-MHP bi van operasyonan dixwazin tekoşîna Kurdan îllegalîze bikin. Lê çawa ku DAIŞ winda kir wê AKP-MHP jî winda bikin.

Dê ev zihniyet têk here

HDP’a Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û zext şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan anî ziman ku ji bo îktidara AKP-MHP’ê têkoşîna HDP’ê di çavê gelê Kurd de bide reşkirin, van zextan pêk tîne û dê ev zext bi ser nekevin.  Parlamenter Omer Ocalan jî destnîşan kir ku wan gelek zext û tirsan ji ser xwe avêtine û wiha got: “Wê ev zîhniyeta çetekar têk here û em ê bi ser bikevin. Em meşru ne û divê ji îradeya gel re hurmet bê nîşandan.”

Dê têkoşîna wan bi ser bikeve

HDP’a Mêrdînê li ber avahiya xwe daxuyanî da û destgîrkirinên pêk hatin û zextên li ser avahiya HDP’a Cîzîrê şermezar kir. Gelek endam û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em HDP’ê Diparêzin” vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu diyar kir ku armanca êrişên AKP’ê û MHP’ê ew e ku HDP siyasetê neke û wiha got: “HDP rêya sêyemîn e. HDP fikr û ramanek e. HDP azadî ye. HDP hêviya gelan e. Hûn nikarin îradeya gel asteng bikin û em faşîzma desthilatdariyê şermezar dikin, Em hebûn, em hene û em ê her hebin.” Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday jî anî ziman ku wê gelê kurd li ber van zextan jî serî netewîne û ew ê têkoşîna wan bi ser bikeve.

HDP’a Navçeya Îskenderûnê jî li avahiya xwe zextên li ser partiya xwe şermezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn anî ziman ku ew ê li dijî her dozên dekûdolabê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Şahîn xwest kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.

HDP’a Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî, sendîka, komele û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Zext nikarin me bêzar bikin” vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş da zanîn ku ew ê li dijî zextan li ber xwe bidin û wê HDP bi ser bikeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar