Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li gelek bajaran komkujiya li Konyayê hat şermezarkirin

Komkujiya li Konyayê li her derê hat şermezarkirin. Di daxuyanî û çalakiyên hatin lidarxistin de, wiha hat gotin: “Ev êrîş bingeha xwe ji nijadperestiyê digirin û ji aliyê polîtîkayên cihêkar û nijadperest ên hikûmetê ve tên teşwîqkirin. Ev êrîş nijadperestî ye.”

Navenda Nûçeyan|

Komkujiya di encama êrîşa nijadperest a li navçeya Meram a Konyayê pêk hat, li her derê bi awayekê tund hat şermzarkirin û lanetkirin. Di daxuyanî û çalakiyên hatin lidarxistin de, berpirsiyarê komkujiyê hikûmet hat dîtin û wiha hat gotin: “Ev êrîş bingeha xwe ji nijadperestiyê digirin û ji aliyê polîtîkayên cihêkar û nijadperest ên hikûmetê ve tên teşwîqkirin.”

Êlih

Komeleya Mafê Mirovan a Êlihê (ÎHD) bertek nîşanî qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari ya li navçeya Maram a Konyayê rastî êrîşa nişadperest hat. Daxuyanî li avahiya şaxê hat lidarxistin. Endam û rêveberên şaxê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Lijneya rêveberiya ÎHD’ê Gulbahar Kaya, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Gotinên kîn û nefretê yên li dijî kurdan gihiştine asta herî jor. Divê hemû kesên alîgirên demokrasî, aştî û mafên mirovan dikin, li dijî vê bûyera hovane helwesta xwe nîşan bidin. Em bang li her kesî dikin ku ji tudiyê, kîn û nefretê re bêjin na.”

Riha

Platforma Ked û Demokratiyê ya Rihayê jî, bi daxuyaniyekê komkujiyê şermezar kir. Daxuyanî li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de, dowîzên ‘Li Konyayê komkujî heye’ û ‘Ji bo jiyanek wekhev em ê rê nedin nijadperestiyê’ hatin hilgirtin. Endamê Lijneya Rêvebera a ÎHD’ê Muslum Saraçoglû di daxuyaniyê de diyar kir ku dê li dijî êrîşên li ser gelê kurd serî neteweyî nin.

Saraçoglû da xuyakirin ku ew polîtîkayên xizmeta van êrîşan dikin, aştiya civakê têk dibin û şer pêş dikin red dikin û da zanîn ku divê bersûc bên cezakirin û dê şopdarê dozê bin.

Hatay

HDP’a Hatayê jî, êrîşa li Konyayê û qetilkirina 7 endamên malbatê şermezar kir. Nûnerên rêxistina civakî û partiyên siyasî, beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP’ê bûn. Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay jî tev li daxuyaniyê bû.

Hevserokê HDP’ê yê Hatayê Kerem Nalbant, bertek nîşanî qetilkirina 7 kurdan dan û xwest berpirsiyar bên cezakirin.

Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay jî diyar kir ku li dijî HDP’ê û gelê kurd bi awayekê berpagalî û bi sazî êrîş hene û dest nîşan kir ku AKP û MHP hewl didin HDP’ê terorîze bikin û ji ber vê yekê malbatek kurd li Konyayê hat qetilkirin.

Îskenderûn

HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşanî qetilkirina 7 endamên malbata kurd da. Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev êrîş li ser bingehek nijadperest tên kirin. Êrîşkar ji polîtîkayên cudakar û nijadperest ên hikûmetê cesaretê digirin. Werin em bi hev re bêjin êdî bes e, li dijî faşîzm û nijadperestiyê bibin yek û jiyana demokratîk û wekhev bi hev re biparêzin.”

Edene

Baroya Edeneyê jî di daxuyaniya weşand de, wiha got: “Li şûna ku bûyerên ji ber sedemên etnîkî û bi mebesta nîjadperestî tên kirin, baroyên me ji aliyê medyaya alîgir ve hatin terorkirin û hedef girtin. Di 25’ê tîrmeh de, 48 baroyan cardin daxuyaniyek hevpar an û bal kişand ser bûyerên wiha. Fikarên ku di daxuyaniyên hatine dayîn de, mixabin ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ya li dijî sûcên nefretê veguheriye komkujiyê.”

Wan

HDP, CHP, EMEP, ESP û 23 saziyên sivîl ên Wanê li Kolana Hunerê gihaştin hev û êrîşa li Konyayê şermezar kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Duh li Konyayê 7 kurd bi hovane hatin qetilkirin. Kujer demên borî jî erîşê malbatê kiribûn lê serbest hatibûn berdan. Êrîşên li hemberî kurd û HDP’ê girêdayî gotin û polîtîkayên îktîdarê pêk tên. Helwesta îktîdarê dibe sedem ku êrîşên bi vî rengî zêdetir bibin. Em wekî Hêzên Demokrasî û Kedê yên Wanê êrîşa ku pêk hatî şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku êrîşên ku li hemberî zimanê kurdî û kurdan pêk tê bên rawestandin.”

Piştî daxuyaniyê girse bertekên xwe bi dirûşmeyan anîn ziman. Lê girse bi êrîşa polîsan re rûbirû man. 5 kes hatin binçavkirin. Welatiyên derdorê jî bertek nîşanî êrîşa polîsan da.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Dêrsim û Amedê jî, bi heman armencê daxuyanî hatin dayîn, komkujiya li Konyayê hat şermezarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar