Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li gelek bajaran Komkujiya Roboskiyê hat şermezarkirin

Rêxistinên demokratîk di 9'emîn salvegera Komkujiya Roboskî de li gelek bajaran komkujî şermezar kirin û 34 welatî bi bîr anîn

Navenda Nûçeyan

Dewleta tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de bi balafirên şer bomber li gundê sînorê Roboskiyê barandibû û 19 jê zarok 34 kurd qetilkiribû. Bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê HDP, TUHAY-DER, TJA, Platforma ked û demokrasiye, ÎHD, DÎSK, TMMOB û gelek saziyên sivîl li gelek bajaran çalakî pêk anîn û 34 welatiyan bi bîr anîn.

HDP’a Wanê bi heman armancê daxuyanî da. Di çalakiyê de endam û rêveberên MEBYA-DER, TUHAYDER, TJA û gelek kesên din amade bûn. Serokê HDP’ê ya Artemêtê Nedim Şîpal anî ziman ku dema ev komkujî li cihekî din pêk hatibûya dê hikûmetê îstîfa kiribûya.

Baroya Wanê jî bi kurdî li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê parêzer Kadîr Kutevî axivî û wiha got: “Îro roja windakirina mirovahiyê ye. Îro 28’ê Kanûna 2020’an e, îro bûyera Roboskê dibe neh salî lê hîn jî berpirsên vê êrîşa ku di encamê de 34 kes hatibûn kuştin, nehatine aşkerakirin. Ev qetlîamek ku înkarkirina wê ne mimkun e. Em wekî Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Wanê dixwazin ku berpirsyarên Roboskiyê kî hene divê werîn cezakirin û ji malbatên Roboskiyê lêborîn were xwestin. Em qetlîama Roboskiyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”

Amed

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî bi heman armancê li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyolu ya Amedê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta ‘Em Roboskî ji bîr nakin em nadin ji bîr kirin’ vekirin. Nûnerên parityên siyasî û rêxistinên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Komê bê navber dirûşmên ‘Ji Roboskî re edalet, ji mirovahiyê re edalet’, ‘Dê hesabê Roboskê bê pirsîn’ berz kirin û 34 welatî bi rêzgirtinê bi bîr anîn.

Rêveberê DÎSK’ê Hasan Alî Eroglu, 34 welatiyên hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku 9 sal borî lê tu gavên hiqûqî nehat avêtin.

Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê Dogan Hatun jî anî ziman ku komkujî bi temamî ji ber pirsgirêka kurd pêk hatiye.

Tevgera Jinan Azad (TJA) û Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî li Parka Roboskî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Remziye Tosun û rêveberên HDP’ê amade bûn. Dîsa aktîvîstên TJA jî amade bûn. Polîsan jî park dorpêç kir. Remziye Tosun anî ziman ku di ser komkujiya Roboskî re 9 sal borîn lê hêj kujer nehatine darizandin.

Daxuyanî bi dirûşma ‘Bimre komkujiya Roboskî’ berz kirin û bi dawî kirin.

Dêrsim

Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Komê di çalakiyê de pankarta ‘Me Roboskî ji bîr nekir, em nadin ji bîr kirin’ vekirin û dirûşmên ‘Roboskî ji bîr neke nede ji bîr kirin’ berz kirin.

Serokê HDP’ê yê Dêrsîmê Nurşat Yeşîl, anî ziman ku balafirên şer ên dewletê mezin û zarok 34 welatî qetil kir û wiha got: “Di ser komkujiya Roboskê re çend dem derbas bibe bila derbas bibe, heta ku edalet pêk neyê aramî jî pêk nayê. Ji bo hesab bê pirsîn em ê têbikoşin.”

Edene û Hatay

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da.

Her wiha Seroka ÎHD’ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba, jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da.

Mêrsîn

HDP’a Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Toroslarê daxuyanî da. ÎHD’ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî dan. Sekreterê ÎHD’ê ya Mêrsînê Tahîr Tuyben, 34 welatî bi bîr anîn û edalet xwest.

Êlih

HDP’ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya navçeya navendî daxuyanî da. Li vir jî pankarta ‘Hûn nikarin bidin ji bîr kirin û hûn nikarin bincil bikin’ vekirin. Rêvebera HDP’ê ya Êlihê Ruken Zeryan Işik jî anî ziman ku çiqas rêxistinên civakî yên dixwazin komkujî ronî bibe tê astengkirin.

Colemêrg

Her wiha HDP’ê ya Colemêrgê jî li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî da. Gelek endam û rêveber tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’ê Sînan Kaya jî anî ziman ku bersûc tên parastin û dê şopdarê vê yekê bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar