Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li gelek bajarên Bakur çalakiyên 8’ê Adarê

Li bajarên Wan, Qers, Êlih, Mêrsîn, Dîlok û Amedê bi pêşengiya jinên HDP’î çalakî û şahiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku dê tecrîda li ser Ocalan bi saya berxwedana jinan bê şikandin û banga tevlêbûna meş û mîtîngan hat kirin

Li gelek navendên bajarên bakurê Kurdistanê platform û saziyên jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakî û şahî li dar xistin. Jinan di çalakiyan de anî ziman ku dê li dijî pergala serdest û baviksalar dê têkoşîna xwe bilind bikin.

Di vê çarçoveyê de Platforma Jinan a Rihayê li navenda bajar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin jî amade bûn. Di çalakiyê de jinan pankarta ‘Jina azad, civaka azad, jiyana azad’ vekirin. Li ser navê platformê Dîlek Polat axivî û got ku ew xwedî li têkoşîna jinan derdikevin. Parlamenter Ayşe Surucu jî jî bi lêv kir ku dê ji vê pêvajoya xerab re bêjin bes e. Piştî axaftinan, jinan li ber erbaneyê govend gerand û dawî li çalakiya xwe anî.

WAN

Li Wanê jî bi heman boneyê hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Wanê li navenda bajar di bin barîna berfê de qurnefil belav kirin. Çalakvanan jin vexwendin mitînga 8’ê Adarê ku dê sibê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin.

QERS

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Qersê jî bi wesîleya 8’ê Adarê bi jinan re li salonek dawetê hatin gel hev. Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Qersê yên HDP’ê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen jî amade bûn. Alaca axaftinek kurt kir û bal kişand ser rola jinan a di nava HDP’ê de. Piştî hevdîtina li gel jinan, jinên HDP’î li navenda bajêr qurnefîl li jinan belav kirin.

ÊLIH

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ên Êlihê û Meclisa Jinan a HDP’a Êlihê bi boneya 8’ê Adarê ku dê sibê li ber stadyuma kevn a Êlihê mitîngê li dar bixe li ser Bulvara Turgut Ozalê belavok belavkirin û banga beşdariya mitîngê li jinan kirin. Jinan fîstanên xwe yên gelerî li xwe kirin û li ber erbaneyan govend gerandin. Jin li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê kom bûn û heta Kolana Gulistanê meşiyan û jin vexwendin mitîngê. Dema jin dimeşiyan, zilamên ku dirûşmên jinan bihîstin rabûn ser pêya û li çepikan dan.

MÊRSÎN

Platforma Jinan Mêrsînê û Pêkhateya Jin Bi Hev Re Xurt in a Mêrsînê jî ji bo meşa ku dê sibê di danê êvarê de li Yenîşehîrê li dar bixe, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku tev li meşê bibin.

DÎLOK 

Meclisa Jinan a HDP’a Dîlokê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de li avahiya partiyê bi jinan re civîn li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û gelek jin jî beşdarî civînê bûn. Di civînê de sînevziyona 8’ê Adarê hate pêşkeşkirin û jinan dirûşm berz kirin. Di civînê de Guzel axivî û da zanîn ku dê tecrîda li ser Ocalan bi berxwedana jinan bê hilweşandin.

AMED

Di heman demê de Komeleya Jinan a Rosa jî li Amedê bi beşdariya jinên rêxistinên civakî yên sivîl re li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Rosa bi hevkariya rêxistinên civakî yên sivîl ‘Tora Têkoşîna Tundiya Li Dijî Jinan’ ava kir.  Di civînê de seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî axivî û avakirina torê bi raya giştî re ragihand. Pasînlî da zanîn ku di vê torê de Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan, Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, Şaxa SES’ê ya Amedê, Înîsiyatîfa Derûnînasên Mezopotamyayê ya Amedê, Şaxa Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî cih digirin. Herî dawî jî Pasînlî Protokola Hevkariya Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê xal bi xal parve kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar