Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li gelek bajarên Ewropayê kurdistanî daketin qadan

Li gelek bajarên Almanya, Fransa, Yewnanistan û Swîsreyê, bi sedan kurdistanî û dostên wan daketin qadan û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan silav kirin. Kurdistaniyan banga xwedîderketina li çalakiyê kir û hemû kurdistanî û dostên wan vexwendin mîtîngan

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 73’emîn de didome. Ji bo piştgiriya bi daxwazên Guven re, li ser banga TJK-E û KCDK-E’yê bi hezaran kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Ewropayê daketin qadan.

Di vê çarçoveyê de kurdistanî û dostên wan li Berlîn a Almanyayê li ber HBF’ê hatin cem hev û posterên Ocalan û PKK’ê vekirin. Di çalakiyê de kurdistaniyan dirûşmên ‘Bijî berxwedana Leylayê’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Leyla rûmeta me ye’ û ‘Mirovahî rabe li rûmeta xwe xwedî derkeve’ berz kirin. Çalakî hem li hundir û hem jî li derveyî HBF’ê hat kirin. Her wiha ji bo tevlêbûna çalakiya îro jî çalakvanan bang kir.

Berxwedêr silav kirin

Li Bremen a Almanyayê jî kurd û dostên wan bi heman boneyê daketin qadan. Kurdistaniyên ku li HBF’ê civiyan, devê xwe bi banda reş girêdan û çalakî pêk anîn. Li Hannover a Almanyayê jî kurdistanî li ser banga Meclisa Jinan a Ronahî civiyan û li ber Stasyona Trênê ya Navendî bal kişandin ser berxwedana Leyla Guven. Li bajarên Heîlborn, Hambûrg, Mannheîm û Kassel ên Almanyayê jî bi sedan kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Di çalakiyan de tecrîd hat şermezarkirin û berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê hate silavkirin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku rewşa Guven di asteke xeternak de ye û divê herkes lê xwedî derkeve.

‘Divê Fransa bêdeng nemîne’

Yek ji welatê ku kurdistanî û dostên wan daketin qadan jî Fransa bû. Di vê çarçoveyê de li Parîs, Marsîlya û Bordeauxê gelek kes daket qadan. Di çalakiyan de pankartên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Em hemû Leyla Guven in’ hatin vekirin. Çalakvanan diyar kir ku bêdengiya medyaya Fransayê û hikûmeta wê nayê qebûlkirin û xwestin ku pêngavekî biavêjin. Nûnerên 7 partiyên siyasî yên Fransayê jî banga lezgîn li wezîrê karê derve Jean-Yves le Drîan kir û tê payîn ku dê wezaret daxuyaniyekê bide.

Kurdistanî li Yewnanistanê meşiyan

Li Lavrîo ya Yewnanistanê jî kurdistaniyan meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan kurdistanî amade bûn û meş li kampa Lavrîoyê dest pê kir. Di meşê de posterên Ocalan, alên PKK, KCK û HPG’ê hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmên piştgiriya bi Guven re hatin berzkirin û çalakvanên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Li Swîsreyê çalakî

Bi pêşengiya KCDK-E, TJK-E, Komuna Jinan a Arîn Mîrkan, Meclisa Jinan a Mizgîn, Ciwanên Enternasyonalîst, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Jinan a Lajîn, li bajarên Zurîh, Bern, Basel, Lozn û Sotohurn ên Swîsreyê jî bi dehan kurdistanî û dostên wan, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re daketin qadan. Çalakvanan tecrîd şermezar kir û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. Di heman demê de ji bo çalakiya ku dê li Londonê bê lidarxistin, banga tevlêbûnê hat kirin. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar