Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li gelek deveran bombebaran û qedexeya derketina derve

Hêzên artêşa tirk li Heskîfê operasyona leşkerî bi dawî kir û li Sêrtê jî qedexeya derketina derve ragihand. Di heman demê de artêşa tirk li Şêladizê jî herêmên sivîlan bombebaran kirin

Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hêzên artêşa tirk ên li bakur û başûrê Kurdistanê berdewam in. Li dijî hêzên artêşa tirk ên ku bi teknîkeke pêşketî dixwazin li dijî gerîla encamê bidestbixin, hêzên gerîla jî bi çalakiyên cur bi cur derbên giran li hêzên artêşa tirk dixin. Artêşa tirk niha jî li gelek deveran qedexeya derketina derve ragihand û herêmên sivîlan bombebaran kirin.

Di vê çarçoveyê de artêşa tirk îro saet 09.00’an de li çiyayê Kurojaro û derdorê wê yên li herêmên Şêladizê bombe barandin. Hate ragihandin ku deverên ku dewleta tirk bombebaran kirin, cih û warên sivîlan e. Têkildarî encamên bombebaranê tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Operasyona li Êlihê bi dawî bû

Li hêla din artêşa tirk duh li çoltarên gundên Kelekçî û Kayikli yên Heskîf a Êlihê jî qedexeya derketina derve ragihandibû û dest bi operasyona leşkerî kiribû. Operasyona ku bi tevlêbûna gelek leşker û helîkopteran pêk hat, îro bi dawî bû. Hêzên artêşa tirk îdia kir ku 4 gerîlayên HPG’ê hatine girtin.

Li Sêrtê qedexeya derketina derve

Her wiha hêzên artêşa tirk bi hinceta ‘Herêma Ewlekariya Taybet’, herêmên çoltarên gundên Meşelîk û Ardiçdali û yên taxên Aydinlar û Korucu yên navçeya Hewêl a Sêrtê ji ketin û derketinê re qedexe kirin. Qedexe dê ji 29’ê gulanê heta 12’ê hezîranê bidome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar