Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li gelek deveran Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin

Cejna Çarşema Sor a civaka êzidî serî de li Şengal, Kurdistan û Ewropayê ji aliyê êzidiyan ve tê pîroz kirin. Li Şehba, Qamişlo, Serêkaniyê, Tirbespiyê û Êlihê jî bi girseyî hat pîrozkirin

Mala Ezidiyan a Herêma Cizîrê  îro li navçeya Amûdê li Hola Beylesan cejna Çarşema Sor di bi dirûşma ‘Cejna Çarşema Sor û serkeftinên HSD li we pîroz dikin’ şahiyek li dar xist.

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê ên kurd, ereb, suryan û êzidî bi cil û bergên gelêrî beşdarî şahiyê bûn. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên MSD, şervanên YPJ/YPG, gaziyên şoreşa Rojava, oldar, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tev li şahiyê bûn.

Hola Zana bi ziamanên kurdî, erebî, suryanî nivîsên ‘Baş bihizirê, rast bieyive, xweşik pêk bîne’, ‘Tu xerêkê bigihînî pirs meke tu çi olî yî’, ‘Çûme dîwana padîşahî, min lê dît xweşî û şahî serê hemû tiştî îtîfaq û tevahî’, ‘Bi boneya cejna Çarşema Sor û  serkeftinên HSD’ê em vê rojê li we pîroz dikin’ û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên êzidî, şehîd Mam Zekî Şengalî hatibû xemilandin. Sembolên çanda êzidiyan hêkên rengîn û şekir jî li ser hatibûn amade kirin.

Mêvan bi lêxistina def û zirneyê dihatin pêşwazîkirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin. Axaftina destpêkê hevserokê Mala Êzidiyan ya Herêma Cizîrê Ziyad Şex cejna Çarşema Sor li hemû gelên herêmê pîroz kir û diyar kir ku ev cejn bibe wesileya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan  û aramiya herêmê û wiha got: “Bi fikre Rêber Apo em li vir di nav hevbeşiyê de pîvanên olên xwe pêk tînin.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyît Ferso jî anî ziman ku bi têkçûna DAIŞ’ê re herêmên Bakur û Rojihalatê Sûriyê de neteweya demokratîk hîn xurttir bû û got: “Gelê êzidî gelek zexmetî û fermanan re derbas bûn. Îro em li herêmên xwe hemû cejnên olan pîroz dikin. Ev jî xurtbûna neteweya demokratîk û jiyana me ya hevbeş nîşan dike. Bi serkeftinên HSD’ê re cejna Çarşema Sor hin bi watetir bû.”

‘Şahiya mezin dê bi rizgarkirina Efrînê re bê lidarxistin’

Endamê Buroya Têkiliyan a HSD’ê Rêzan Gulo jî cejna Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakgerên greva birçîbûnê û li hemû gelên aştîxwaz pîroz kir. Gulo di axaftina xwe de diyar kir ku pêyama soza hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şervanên HSD’ê pêk anî û wiha got: “Şahiya mezin em ê bi rizgarkirina Efrînê re li dar bixin. Di demeke nêz de emê Efrînê ji hemwelatiyên wê re rizgar bikin.”

Hevseroka Buroya Perwerdeyê ya MSD`ê Nesrîn Doko anî ziman ku tola hemû fermanên li ser êzidiyan bi têkçûna DAIŞ’ê re hat hildan.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê axaftinên xwe bi zimanê suryanî û erebî kir. Nezîre  destnîşan kir ku bi rihê çanda gelêrî ew li herêmên xwe dijîn û tu carî destur nadin ku ev çand bên helandin. Nezîre  wiha got: “Bi yekîtiya xwe me hêzên terorîst têk birin û bi hêza xwe emê Sûriyeyeke demokratik ava bikin.”

Piştî axaftinan Koma Tolhildan û Koma Şehîd Mam Zekî Şengalî stranên gelêrî gotin.

‘Em bang dikin ku yekitiya êzidiyên li Sûriyeyê ava bikin’

Her wiha Mala Êzidiyan ya Herêma Cizîrê têkîldarî damezirandina yekitiya êzidiyên li Sûriyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ziyad Şex ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka hovîtiya dewleta Osmanî ve heya niha êrîşên hovîtî li ser êzidiyan pêk tê û  ev tişt hat gotin: “Armanca dagirkeran ew e ku li Rojhialta Navîn hilweşandina ola êzidî ye. Li dijî hemû hovîtiyan parastina ol pîvanên sereke ye. Li dijî van hovîtiyan em bang dikin ku  yekitiya êzidiyên li Sûriyê ava bikin.”

Şahî bi belavkirina hêkan û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Bi boneya sersala êzidiyan, şêniyên Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê serdana Mala Êzidiyan a li bajarê Serêkaniyê kir û pêkhateya êzidî û hemû gelê kurd pîroz kir. Şandeyek ji şêniyên bajarê Serêkaniyê û nûnerên saziyên sivîl, serdana mala êzidî kir û cejna Çarşema Sor (sersala êzidiyan) li wan pîroz kir.

Di pêşwaziya şandeya şêniyan de, endam û rêveberên Mala Êzidiyan rawestiyan, endamê rêveberiya Mala Êzidiyan Elî Şêxo bixêrhatina şêniyan kir, hemû gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan bi boneya cejnê pîroz kir û diyar kir ku cejna Çarşema Sor ne tenê ya pêkhateya êzidî ye, ew cejna hemû gelên herêmê ye.

Her wiha endamê Buroya Têkiliyên Giştî a PYD`ê li kantona Hesekê Xelîl Hesarî bi navê şandeyê axivî û cejn li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir. Hesarî wiha got: “Ev ax hate afirandin da ku hemû gel û pêkhate lê bijîn, em hêvî dikin ku her tim boneyên me azadiyê pêk bînin, ji ber ku azadî rûmet e.”

Hesarî bang li hemû ol û pêkhateyan kir ku refên xwe bikin yek û wiha got: “Em ê şer bikin û li ber xwe bidin da ku hemû pêkhate jiyaneke hevpar di bin banekî de bi hev re bijîn.”

Li bajarê Tirbespiyê û gundên wê êzidî cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Kurdên êzidî di vê boneyê de hêkan rengîn dikin, ev yek jî erdê bi rengên jiyan û biharê nîşan dide, her wiha gelek taybetmendiyên din di cejna Çarşema Sor de hene. Her wiha şandeyeke ji şêniyên Tirbespiyê serdana malên şêniyên pêkhateya êzidî kir û cejn li wan pîroz kir.

Çarşema Sor li Şehbayê hate pîrozkirin tê pîroz kirin

Êzidiyên Efrînê yên li Şehbayê jî  bi dirûşmeya “Vejîna Çarşema Sor soza rizgarkirina Efrînê ye” li Kampa Serdemê cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Welatiyê êzidî bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi komên xwe yên Stranê û guvendê kêfxweşiya xwe dan nişandan.

Li Êlihê Çarpema Sor hat pîrozkirin

Êzidiyên li goma Şasim a gundê Şimzê ya navçeya Qûbînê ya Êlihê dijîn, Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidî berî pîrozbahiyên cejnê di berbanga sibê de goristan ziyaret kirin û li gorî ola xwe rê û resmên cejnê bi cih anîn. Êzidiyan, rê û resma xwe ya bi sedsalan di cejnê de pêk anîn, tayê bi teşiyê rêsandî ji bo bereketê bîne, bi dar, simbil, deriyên mal û lingê xwe ve girê dan. Êzidiyên Çarşema Sor weke jiyaneke nû îfade dikin, ji dibistanan destûra zarokên xwe xwestin û ew jî beşdarî pîrozvahiyên cejnê kirin.

Êzidiyan, şekir, şirînahî û hêkên bi reng pêşkêşî mêvanên xwe kirin û diyar kirin ku ew Cejna Çarşema Sor bi armanca hiqûr ji bo mirovahiyê were pîroz dikin. Yek ji niştecihên goma Şasim Alî Kartal, cejin pîroz kir û got: “Ne tenê ji bo Êzidiyan, ji bo hemû mirovahiyê hêvî dikin ku hiqûr û aştî were. Ne tenê Êzidî, Misilman û hemû cîranên me tên mala me. Kî were mala me, em hêk û şekirin pêşkêşî wan dikin.” QAMIŞLO / ÊLIH /ŞEHBA

  

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar