Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li gelek navendan dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon -Hate Nûkirin-

Di arefeya hilbijartinan de dewleta tirk a dagirker vê sibehê di ser malên gelek rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermendan de hate girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.  

Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî 19 roj mane û îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda Amed de li gelek bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di lêgerînên malan de polîsan dest danîn ser hinek pirtûk û materyalên dijîtal. Di encama serdegirtinên malan de edîtorê Ajansa Mezopotamya Adurrahman Gok, nûçegihanê ajansê Ahmet Kanbal, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Halîse Dakali, parêzer Ozum Vurgun, Bunyamin Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Karali, şêwirmenda çapemeniyê yê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz a bi navê Sezen Mercan, Ji Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş û Elvan Koçer Yildirim û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.

Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ji ber ku li navnîşana ku polîsan bi ser de girtin nebû, nehat binçavkirin. Lêgerîna li gelek navnîşanan didome.

Li Rihayê binçavkirin  

Di encama serdegirtinên Rihayê de jî herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li Sêweregê de endamê OHD’ê parêzer Metîn Ozbadem û siyasetmedar Halîl Delen, Havva Bîldîk û Habat Mîmkara hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman dosyayê de li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê jî bi ser gelek malan de hate girtin û hat zanîn ku binçavkirin hene.

HDP: Operasyona binçavkirinê

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşan da û wiha got: “Di erefeya hilbijartinê de îktîdarê ji ber tirsa windakirinê, dîsa serî li operasyonên binçavkirinê da. Di nav de endamên MYK’a partiya me, cîgirên hevserokan, rojnameger, hunermend û parêzer jî, bi dehan hevalên me li Amedê hatin binçavkirin…

Hûn dê nekarin xwe ji têkçûnê xelas bikin!”

Ozdemîr: 150 kes hatin destgîrkirin

Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ragihand ku bi fermana Serdozgeriya Komarê nêzî 150 kes hatine destgîrkirin.

Ozdemîr got, “Operasyon hîn jî dewam dike. Destgîrkirin dewam dike. Li buroyên gelek hevalên me yên parêzeran lêgerîn dewam dike. Heta niha hincetê aşkere nakin. Hinceteke ku ji me re hatiye gotin nîne. Operasyonek li hemberî pîşeyên cuda ye. Hunermend, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parêzer jî di nav de hene. Lêpirsîneke giştî ye.”

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) jî li ser hesabê medya dîjîtal ragihand ku li Amed, Êlih û Rihayê rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û welatî di nav de gelek kes hatine destgîrkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar