Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li gelek navendan operasyona qirkirina siyasî pêk hatin

Di operasyonên qirkirina siyasî ya ji aliyê dewleta tirk a qirker ve hat meşandin de bi ser avahiya TÛAY-DER’ê û gelek malan de hat girtin. Di encama operasyonên qirkirinê de gelek kes hatin destgîrkirin.

Îro di danê sibehê de leşker û polîsên dewletta tirk a qirker li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên li gundê Menderê yê Nisêbînê de Hevserokê HDP’ê ya Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û welatiyê bi navê Firat Demîr hatin destgîrkirin.

Li navçeya Qoserê jî Hevserokê DBP’ê ya navçeyê Mahmût Damar û welatiyên bi navên Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatin destgîrkirin.

Tê gotin ku hejmara destgîrkiriyan zêdetir bibe. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatiye destpêkirin.

Li 5 bajaran sazî û partiyên kurd bûn hedefa daraza akp’ê

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê a ku wek saziyek akp’ê dixebite ve tê meşandin de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi hemwext bi ser 28 deran de de hatiye girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çûkûrova TÛAY-DER û xizmên girtiyan hatine destgîrkirin. Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdîaya “propagandakirina rêxistinê” û “di aliyê madî de alîkarîdayîna girtiyan” tê meşandin de bi ser avahiya Çûkûrova TÛAY-DER’ê de jî hatiye girtin û lêgerîn hîna dewam dikin.

Hin kesên hatin destgîrkirin ev in: Rêveberê Çûkûrova TÛAY-DER’ê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBP’î û Kadrî Ezer.

Nûçegihan Delal Akyuz jî hat destgîrkirin

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz di serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de hat destgîrkirin. Hat destnîşankirin ku Akyuz di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê meşandî de hat destgîrkirin. Akyuz birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ya li Çankayayê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar