Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li gelek navendên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin

Li gelek bajarên Ewropayê kurdistanî û dostên wan bi boneya Cejna Newrozê daketin qadan. Kurdistanî û dostên wan ên ku berxwedanên çalakiyên greva birçîbûnê silav kirin, li dora agirê Newrozê govend gerandin. Pîrozbahiyên Cejna Newrozê yên li derveyî welat didomin

Bi boneya Cejna Newrozê li dehan navendên welatên Ewropayê pîrozbahî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li Fransa, Almanya, Swîsre, Hollanda, Awûstûrya, Swêd, Rûsya û gelek welatên cuda yên cîhanê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

FRANSA

Li bajarên Strasboûrg, Bordeaux, Drancy, Rennes, Evry, Villiers-Le Bel, Lyon, Mantes Lo Jalie û li Marsîlya yên Fransayê bi hezaran kurdistanî daketin qadan û çalakî li dar xistin. Kurdistanî bi alên PKK, YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Kurdistaniyên ku meşale pê xistin, wêneyên şehîdan hildan û berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê silav kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bûn.

ALMANYA

Cejna Newrozê li bajarên Hamburg, Duisburg, Stuttgart, Aachen, Saarbrucken, Frankfurt, Freiburg, Giessen, Wuppertal, Nurnberg û Bonn ên Almanyayê jî hate pîrozkirin. Di çalakiyan de gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedarên alman jî amade bûn. Di çalakiyê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Di gelemperiya çalakvanan de meşale hatin pê xistin. Di çalakiyan de govend hatin gerandin û bi dirûşman berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê hate silavkirin.

SWÎSRE

Li bajarên Basel, Luzern, Cenevre û St. Gallenê yên Swîsreyê jî Cejna Newrozê bi tevlêbûna gelek kurdistanî û dostên wan hat pîrozkirin. Kurdistaniyên ku pîrozbahî bi meşên meşaleyî dest pê kirin, agirê Newrozê pê xistin û li derdora agir govend gerandin. Di pîrozbahiyan de çalakvanên di grevên birçîbûnê de hatin silavkirin.

HOLLANDA

Cejna Newrozê li Hollandayê jî li bajarên Den Haag û Geleenê hat e pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan bi meşaleyan meşiyan û li qada Newrozê jî li dora agirê Newrozê govend gerandin. Newroza ku bi coş hat pêşwazîkirin bi dirûşmên silavkirina berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bûn.

AWÛSTÛRYA

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Viyana, Linz û Grazê jî ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê li qadan bûn. Di çalakiyan de govend hatin gerandin û kurdistaniyan peyamên berxwedanê dan. Di axaftinên pîrozbahiyê de berxwedana grevên birçîbûnê hatin silavkirin û hat gotin ku heta ku tecrîd tê bidawîkirin dê çalakiyên xwe bidomînin. Piştî axaftinan jî çalakvanan govend gerandin.

SWÊD

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê, agirê Newrozê yê îsal ji bo Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê dadan. Kurdistanî û dostên wan li parka Rolambshovê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan. Beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên hunermend Gursel Dayan govend gerandin.

RÛSYA

Yek ji welatên ku agirê Newrozê lê hatiye hilkirin jî Rûsya bû. Kurdistanî û dostên wan ên li  bajarê Cankoy ê Komara Kirimê bi şahiyekê Cejna Newrozê pîroz kirin. Di şahiyê de beşdaran got ku Newroz li ba kurdan sembola berxwedan û serkeftinê ye. Li salona pîrozbahiyê wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hatin vekirin. Di şahiyê de berxwedanên çalakiyên greva birçîbûnê hate silavkirin û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin. Şahî piştî axaftinan bi stran û govendê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar