Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Germiyanê bênavber bûyerên şewatê

Li herêma Germiyanê ya başûrê Kurdistanê tenê di meha gulanê de 250 bûyerên şewatê çêbûne û piraniya bûyerên şewatê bi guman in

Bi hatina demsala havînê re bûyerên şewatê zêde bûn. Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parastina Şaristaniyê ya Germiyan Nîmet Elî ji Rojnews’ê bîlançoya meha gulanê ya herêma Germiyanê aşkera kir.

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parastin û Şaristaniyê yê Germiyanê Nîmet Elî diyar kir ku 250 bûyerên şewatê derketine û got ku ji 132 bûyerên şewata dexlûdanê cotyaran bû û wiha got: “Ji ber van şewatan bi sedem dunim zevî û baxçe şewitîne. Her wiha bûyerên din jî şewata market, wesayît û malan bûn. Li gorî agahiyan polîsên parastina şaristanî piraniya bûyerên şewata dexlûdana cotyaran bi guman in.”

Nîmet Elî aşkera kir ku ji ber ku îsal gelek baran bariye û pîş û pawen zêdeye dibe ku bûyerên şewatê zêde bin û wiha domand: “Weke rêveberiya parastina Germiyanê me bernameya xwe çêkiriye û me daxwaz ji rêveberiya Germiyanê kir ku daxwazê ji cotyaran bike ku hişyariyên me pêk bînin. Ji berî her tiştî cotyar dexlûdanên xwe yên li nêzî riyan bidirûn. Her wiha  ji bo vemirindina agir jî me 8 tîmên mezin ji bo Germiyan ava kirine.”

Elî diyar kir ku şewatên salên borî hemû pîş û pawen bûn, lê îsal hemû dexlûdan in û got ku ev cihê gumanê ye. Her wiha got ku heta niha ji ber şewatan ti kesê jiyana xwe ji dest dane. GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar