Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Gever û Xakûrkê 6 leşker hatin kuştin

Navenda Nûçeyan |

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di demên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di 25’ê hezîranê saet di 16:00’an de li ser rêya li devera Dola Heyderan a Gever a Colemêrgê li dijî artêşa tirk çalakiyeke sabotajê kirin û ev agahî dan: “Di çalakiyê de wesayîteke dagirkeran a li ser rê di nava tevgerê de hate rûxandin û 4 leşkerên tê de hatin cezakirin. Piştî çalakiyê jî artêşa TC’ê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirin û bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov li qadê dest bi operasyonê kir. Di 26’ê hezîranê de dagirkeran li boxeza Çetayê leşker danî û operasyon berfireh kir. Operasyona hê jî didome. Dagirker bi balafirên şer qadê bombebaran dikin. Di pêvajoya operasyonê de hevrêyê me Brûsk Botan şehîd bû. Em ê piştre nasnameya hevrêyê xwe bi raya giştî re parve bikin.”

Çalakiyên li Xakûrkê

Bi domdarî jî HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 27’ê hezîranê saet di 19:30’an de hêzên wan li dijî leşkerên tirk ên li Girê Şehîd Sefqan ê li devera Ermûş a girêdayî Herêma Xakûrkê hedef girtin û di çalakiyê de 2 leşeker hatin kuştin. HPG’ê daxuyand ku hêzên wan di 29’ê hezîranê saet di 01:30’an de li dijî leşkerên li Girê Lêlîkan ê Xakûrkê çalakiyeke xurt kirin lê encama çalakiyê nehat zelalkirin. HPG’ê got ku piştî çalakiyê artêşa tirk derdora Girê Şehîd Derwêş û gundê Lêlîkanê bombebaran kir.

Daxuyanî wiha berdewam kir:

“Di 28’ê hezîranê de artêşa TC’ê gundê Minînê ya herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û hewanan bombebaran kir. Di encama topbaranê de agir bi malên gundiyan ketin.

Me di daxuyaniya xwe ya 28’ê hezîranê de ragihandin bû ku di 25’ê hezîranê di şerê li devera Şeşdara de hevrêya me Arîn Engîzek şehîd bûye. Lê hevrêya me şehîd nebûye, bi sax û silametî gihiştiye yekîneya xwe.

Di 28’ê hezîranê saet 12:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker devera Çemço ya Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di bombebaranê de ziyanek negihiştiye hevrêyên me.

Di heman rojê saet di 13:00’an de jî artêşa TC’ê bi obus û hewanan Dola Reşme ya herêma Zapê li gel Kaniya Şehîd Bêrîtan devera Mahîr Mîrzo topbaran kir. Şewata ku ji ber topbaranê derketî hê jî didome.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar