PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Geverê 6 dagirker û wesayîteke Kîrpî hat îmhakirin

HPG'ê diyar kir ku li dijî konvoya dagirkeran a ji Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên YJA Starê bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de wesayîteke Kîrpî û 6 leşkerên dagirker hatine îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê têkildarî mijarî ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

27’ê tîrmehê li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên ku di navbera qadên Girê Şehîd Derwêş û Gundê Xelîfan de tevdigeriyan, hêzên me bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiya serketî de herî kêm dagirkerek hat cezakirin.

27’ê tîrmehê saet di 11:30’î de li Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên me yên YJA Starê li qada navbera gundên Banê û Yekmal Jêr kontrol kir û bi rêbaza sabotajê çalakî lê dan. Di vê çalakiya serketî de wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Kîrpî hat îmhakirin, herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin û 10 dagirker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê, artêşa tirk a dagirker rêya navbera Gever, Şemzînan û Yekmala Jêr demeke dirêj li trafîkê girt, windahiyên xwe û enqazê wesayîtê ji qadê bir.

Li herêma Avaşînê;

27’ê tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de artêşa tirk a dagirker li qada Girê Sor û saet di 01:00 jî li qada Werxelê bi teqemeniyan bombe li tunelên şer barand.

27’ê tîrmehê saet di navbera 23:00-00:30’î de li qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban helîkopter geriyan, li qada Werxelê tunelên şer bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

27’ê tîrmehê saet di navbera 22:30-23:30’î de li herêma Heftanînê quntara Xantûrê bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê rû da dewam dike.

27’ê tîrmehê li herêma Xakurkê qada Şekîf ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 16:30-17:30’î de qadên Şekîf û Sinînê bi balafirên şer hatin bombekirin. Saet di 21:30’î de jî qada Şekîfê bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

27’ê tîrmehê saet di navbera 22:30-00:30’î de li herêma Zapê li qadên Cîloyê Biçûk û Tîpa T helîkopter geriyan. Heman saetê artêşa tirk a dagirker hêzên xwe yên li qada Girê Şehîd Serxwebûn guhert û qada Tîpa T bi helîkopterên êrîşê bombe kir.

27’ê tîrmehê saet di navbera 23:00-01:00 de artêşa tirk a dagirker hêzên xwe yên li qadên Girê Koordîne, Girê Azad û Boxaza Girê Azad ên li herêma Metînayê bi helîkopteran guhertin.

Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar