Nûnertiya OHD’ê ya li Colemêrgê li dijî rûxandina gorên 20 gerîlayan doz vekir.
Nûnertiya OHD’ê ya li Colemêrgê derbarê goristana li Taxa Ormanê ya Geverê raporek amade kir. Ev goristan 7 caran hatibû rûxandin.
Di 3’ê Gulanê de li Taxa Ormanê ya Gevera Colemêrgê gora 11 gerîlayên HPG’ê yên ku di demên cihê de şehîd bûne û gora 9 kesên sivîl ji aliyê leşkerên Tirk hatibû rûxandin. Hate diyarkirin ku gora Suleyman Aksû yê ku di qetlîama Sûrûcê de jî jiyana xwe dest dabû, hatibû rûxandin.
Di raporê de hate diyarkirin ku OHD’e bi malbatan re hevdîtin kiriye û li ser navê malbatan li Serdozgeriya Komarê ya Geverê doz vekiriye. COLEMÊRG