Li navçeya Gevera Colemêrgê di navbera 13’ê adar-31’ê Cotmeha 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di ser qedexeya 79 rojî de 5 sal derbas bûn. Di dema van qedexeyan de di ser 5 hezarî re xanî û kargeh hatibûn texrîbkirin û bi deh hezaran mirov koçber bûbûn. Piştî qedexe bi dawî bûbû, piraniya kesên koç kiribûn vegeriyabûn û bi derfetên xwe xanî û kagehên xwe çêkiribûn.
Çendî ku di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûne jî lê belê hema bibêje her roj kes tên binçavkirin û girtin. Ev yek, ji ber îfadeyên şahidên veşarî û aşkera tê kirin.
Parêzer Ramazan Kûrt ku dosyeyên di vî warî de dişopîne, pêvajoya hiqûqî ya dema qedexeyê û piştî qedexeyê nirxand.
Ji du kesan kesek dikeve ber lêpirsînan
Kûrt destnîşan kir ku ji ber vê gelek kes hatine girtin. Kûrt da zanîn ku bi taybetî ciwan hedef tên girtin û wiha got: “Lê belê ya tê kirin tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye. Bi temamî ji bo terorîzekirinê û tunekirin tê kirin. Bi zanebûnî hedef digirin.”
Kûrt anî ziman ku hejmareke zelal a derbarê girtin û binçavkirinan de tune ye lê belê hema bibêje ji her malê derbarê ciwanekî de lêpirsîn tê destpêkirin û kesên nakevin ber lêpirsînan jî sîxurtî li wan tê ferzkirin.
Bi kesekî 500 kesî didin teşhîrkirin
Di axaftina xwe de Kûrt diyar kir ku carinan bi kesekî 400-500 kesî didin teşxîskirin û wiha got: “Bi vî awayî mirov mexdûr kirin. Hatin cezakirin.”
Kûrt destnîşan kir ku daraz jî li gor vê bîrbirî û têgihanê tevdigere û wiha domand: “Ji lew re agahî û ewraqên di dosyeyê de, ne agahî ewraqine ku mirov pê bên girtin. Bi temamî çêkirî ne, hatine sêwirandin û mirov hedef tên girtin.”
Her wiha Kûrt bal kişand ser delîlên di dosyeyan de jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi kesên ku tê îdiakirina di xendekan de hatine zevtkirin, kesan dan teşxîskirin. Çendî kuvan kesan got, polîs bi darê zorê van îfadeyan bi wan dide gotin jî, dadgehê guh li wan nekir. Sedema vê jî, ji ber ku herêm daxilî nav herêma têkoşîna li dijî terorê ye. Lê belê di hiqûqê de tu beramberiyeke vê tune ye. Ji lew re piraniya kesên li îfaeya xwe qulibîne jî, ne kesên ku xistin pêwendiyê bi wan re deyne. Kesekî ku ne endamê rêxistinê ye, ji bo bi sedan kesî dibêje, ‘ev endamê rêxistinê ye.’ Darizandin li ser vî esasî hat kirin. Hema bibêje ji her malbatê kesek hatiye darizandin.” COLEMÊRG