Li navçeya Gimgimê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Gimgim a Mûşê di danê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsên ku bi ser malan de girtin, li malan kelûpel belav kirin. Di encama serdegirtina malan de tevî namzetê Meclisa Giştî ya Bajêr a HDP’ê Şerafettîn Ozturk, 9 kes hatin binçavkirin.
Têkildarî binçavkirinan heta niha tu agahî nehatine parvekirin. Hat zanîn ku welatiyên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Gimgimê.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Şerafetîn Ozturk, Îsmaîl Ozturk, Mehmet Ertaş, Volkan Çetîn, Servet Bîngol, Kasim Bîngol, Şehmuz, Cesûr û Şakir ên paşnavê wan nehat zanîn.” MÛŞ