Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Girê Cûdî 12 çalakî hatin lidarxistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi pêşengiya YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk dixin. Di nava 24 saetên dawî de 12 çalakî hatin lidarxistin. 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi pêşengiya YJA Starê bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî yê Apoyî derbên giran li artêşa tirk a dagirker dixin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 12 çalakî hatine kirin û bi giştî 11 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran ev agahî hatin dayin:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

27’ê Tîrmehê saet di 06:40’î de li dijî dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketibûn nava liv û tevgerê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

27’ê Tîrmehê saet di 07:00 de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

27’ê Tîrmehê saet di 09:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

27’ê Tîrmehê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

27’ê Tîrmehê saet di 17:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

27’ê Tîrmehê saet di 18:30’î de li hemberî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, bi sûîqestê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

27’ê Tîrmehê saet di 19:05 de bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bikin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

28’ê Tîrmehê saet di navbera 02:15 û 03:30’î de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran 5 caran dest li helîkopteran werdan ku hewl didan hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bikin.

Di daxuyaniya xwe ya 24’ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku pêwendiya me bi hevrêyekî me re qut bûye. Eşkere bû ku hevrêyê me Berxwedan Farqîn 19’ê Tîrmeha 2023’an li qada Girê Ortê ya Metînayê şehîd bûye. Milîtanê wêrek ê partiya me hevrêyê me Berxwedan ji dema destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya li ser herêma Metînayê û pê ve bi fedakariyeke mezin tevlî çeperên berxwedanê bû. Li gelek qadên Metînayê li dijî dagirkeran çalakî kir, bêşert û merc tevlî bû û li her derê bi sekneke hêjayî mîsyona pêşengiyê tevgeriya.

Di serî de malbata hêja ya welatparêz a hevrêyê me Berxwedan, serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em ji xwe re dikin wezîfe kir ku aramnca Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a hevrêyê xwe Berxwedan bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Berxwedan Farqîn bi vî rengî ne:

Nasnav: Berxwedan Farqîn
Nav paşnav: Serdar Meçîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hîdayet-Arîf
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2023 / Metîna

Hevrêyê me Berxwedan li Farqînê, navçeya welatparêz û berxwedêr a Amedê, di malbateke dilsozê çanda kurd û welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Berxwedan jî bi saya hişmendiya kûr a welatparêziya malbatê û derdora ku lê dijiya, ji biçûkatiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya Partiya me PKK’ê nas kiriye. Mîna her kesekî ku li Kurdistanê dijî, hevrêyê me Berxwedan jî bi kesayeta xwe re rastiya dijmin fêm kir. Ji ber ku dijmin her roj bi tundî bersiv dida daxwazên gelên me û polîtîkayên dijmin ên zext, tirsandin û qetlîamê kir ku hêrsa hevrêyê me li hemberî dijmin zêde bibe. Hevrêyê me têgihiştit ku divê weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet di nava refên têkoşîna li dijî dijmin de cih bigire, ji sala 2011’an û vir ve di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Hevrêyê me Berxwedan ku van xebatan bi taybetî li Farqînê kir jixwe ew jî li Farqînê ji dayik bûbû û li wir mezin bûbû. Bi saya têkoşîna wî bi dehan ciwanên Kurd hişyar bûn û tevlî nav refên têkoşînê bûn. Hevrêyê me Berxwedan ê ku di nava xebatên xwe yên ciwantiyê de berê xwe da têkoşînê û ji xeynî azadiya gelê me ti xeyalên wî tune bû, gihişte wê baweriyê ku di nava pergala heyî de ne pêkan e ku bi awayekî bi bandor şer bike. Hevrêyê me Berxwedan ku di sala 2015’an de piştî keda 4 salan biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê me piştî tevlîbûna gerîla, perwerdehiya xwe ya yekem li qada Qendîlê dît û ji roja destpêkê ve bi dilpakiya xwe, rastbêjî û durustiya xwe bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya ku dîtî roj bi roj xwe bi jiyana çiyayî û gerîlatiyê re adapte dike, bi naskirina jiyanê re zêdetir ked da û ji bo xwe pêşde bibe her tim hewl da. Hevrêyê me yê ku ji jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê bandor bû, ji bo layiqî vê jiyanê û têkiliyên hevrêtiya pîroz be kedeke mezin da. Hevrêyê me Berxwedan ku di pêvajoya perwerdehiyê de firsend dît ku Partiya me û şerê gerîla baştir nas bike, pê hesiya ku ji bo têkoşîneke bibandor bike û hêviyên gelê me bi cih bîne divê bi tevahî xwe bide têkoşînê. Fam kir ku ev yek bi kûrbûna di felsefeya Rêber Apo û taktîkên gerîlatiyê de, pêkan e. Li ser vê bingehê hemû jiyan ji bo xwe kir qada perwerdehiyê û lêhûrbûnên xwe daîmî kir. Hem bi xwendinê hem jî bi sûdwergirtina ji ezmûnên hevrêyên xwe yên xwedî ezmûn di demeke kin de bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku demeke dirêj li herêma Qendîlê gerîlatiyê dike, li vir beşdarî gelek xebatên cuda bû. Bi beşdarbûna xwe ya di van xebatan de û bi helwesta xwe ya ku ji bilî serkeftinê ti pîvanekê qebûl nake, hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Berxwedan ku bi saya kalîteya xebatên ku tê de cih girtiye rastiya Partiya me ji nêz ve dît, di wê baweriyê de bû ku divê zêdetir xwe tevlî xebatan bike. Hevrêyê me yê ku difikire ku hêviyên gelê me yên azadiyê tenê bi mezinkirina têkoşînê ya roj bi roj pêk tê, bi taybet piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwest di çeperên berxwedanê de cih bigire. Hevrêyê me Berxwedan ê ku her kêlî bi hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê dihizirî û hîs dikir, ji bo berê xwe bide qadên Metîna, Zap û Avaşînê ku şer lê dijwar bû, bi israr bû. Li ser vî esasî ji bo xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de pêşde bibe û ji pêvajoya şer re bibe bersiv, hewcedariya xwe bi perwerdehiya pisporiyê dît. Ji bo vê jî hevrêyê me yê ku demekê perwerdehiya pisporiyê dît, hem di aliyê bîrdozî û hem jî di aliyê leşkerî de xwe pêş xist û bû milîtanekî Apoyî yê profesyonel.

Hevrêyê me Berxwedan piştî perwerdehiyê, xwe ji bo pêvajoyeke şer a dijwar amade hîs kir, bi vîn û coşeke mezin derbasî qada Metîna bû. Hevrêyê me yê ku bi piranî beşdarî xebatên li herêma Girê Ortê bû, ji amadekariyên binesaziyê heta çêkirina tunelên şer di gelek xebatan de cih girt. Hevrêyê me yê ku bi tempoya xebata xwe, bi fedekarî û lêhûrbûna xwe ya di şer de ji hevrêyên xwe re pêşengî kir, dema êrîşên dijmin pêş ket, bi cesaret û îradeyek mezin bi ser dijmin de çû. Hevrêyê me Berxwedan ku li qada Metîna li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû, bi her çalakiya xwe û bi her guleya ku li dijmin dixist hewl dida tola şehîdên me hilîne û layîqê wan bibe. Xeyala herî mezin a hevrêyê me Berxwedan ku di şexsê fermandarê me yê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Çiyager Hêvî de şervaniya xeyalên hemû şehîdên me ye, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bû. Hevrêyê me Berxwedan ku heta nefesa xwe ya dawî li ser vê armanc û xeyalê jiyan kir, di 19’ê Tîrmeha 2023’yan de dema li herêma Girê Ortê li ser erka xwe bû, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû.

Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku armanca Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a hevrêyê me Berxwedan bi cih bînin.

Êrîşên dagirkeriyê

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

28’ê Tîrmehê saet di 03:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

28’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

27 û 28’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Rojavayê Zapê yên Şehîd Delîl û Zapê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar