Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Girê Spî çalakiya mertalên zindî didome

Şêniyên kantona Girê Spî di roja 35’an a çalakiya mertalên zindî de li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ji bo şermezarkirina gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin

Di roja 35’an a çalakiyên mertalên zindî li taxa El-Munbetih a bajarê Girê Spî, şêniyên bajarokê El-Cirin û navçeyên Eyn Îsa û Silûkê beşdar bûn û nerazîbûna xwe ji gefên Tirkiyeyê yên hember herêmê teqez kirin.

Di çalakiya îro de gelek axaftin hatin kirin, di destpêkê de endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Silûk Rama Biac axivî û wiha got: “Bi navê Kongreya Star a kantona Girê Spî destwerdana dagirkeriya Tirkiyê di xaka Sûriyê de bi hinceta avakirina herêma ewle li Sûriyeyê, em tekez dikin ku pêwîstiya me bi herêma ewle tune ye, ji ber şêniyên wê parastina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, gel xwe bi xwe bi rê ve dibe.”

Endamê rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Eyn Îsa Ehmed El-Sair axivî û wiha got: “Bi salan e ku Rojhilata Navîn azaran ji serdestiya Osmaniya dikêşe, îro jî ew yek bi wêneya dagirkeriya Tirkiyê dubare dibe.”

Her wiha Ehmed behsa bêdengiya navneteweyî ji gefên Tirkiyê kir û ev tişt anî ziman: “Kanî rêxistinên mafên mirovan û mafparêzên cîhanê, bi hezaran şêniyên herêmê ji bo têkbirina DAIŞ`ê canê xwe feda kir û niha dagirkeriya Tirkiyê zarokên me li xaka me li Efrîn, Cerablus û Babê dikuje, kanî dewletên cîhanê ji vê yekê re?”

Di dawiya axaftinan de, endama Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Eyn Îsa Şêrîn El-Ebûd helbestek li ser berxwedana li dijî dagirkeran xwend. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar