Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Gîresûnê girtî 24 saetan tên şopandin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Giresûnê diminin bi rêya malbatên xwe agahî dan û anî ziman ku zextên li ser wan zêde ye.

Girtî Mehmet Çagirici bi rêya malbatê agahî da û wiha got: “Malzemeyên me yên perwerdehî û lêhûrbûnê yên wekî pirtûk û lênûsan nadin me. Odeya me bi zorê vala kirin û em ji hevalên me qut kirin. Lêgerîna ku rûmeta me dişikînin dikin. Hevalên me dernaxin faliyetên çandî u civakî. Hevalekî me yê bi navê Mehmet Reşît ji Mardînê sewqî vir kirine. Em dixwazin wî bînin cem me. Lê wî naşînin cem me. Dîsa hevalên me ji bo tedawiyê naşînin revîrê û dermankirina me asteng dikin. Bijîşk bîrdozî nêzîkî me dibin. Li her odeyê 3 kamera hene û bi kamerayan 24 saetan me dişopînin. Li vir Midûrê Girtîgehê Mustafa Dogan gefan li me dixwe.”

Malbata Çagirici diyar kir ku dê têkildarî mijarê serî li ÎHD’ê û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) yên Amedê bidin. GÎRESÛN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar