Hat zanîn ku nêzî 70 girtiyên siyasî ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2 a Amedê tên kirin. Malbatên hin girtiyan diyar kirin ku sewqkirina girtiyan ji roja yekşemê ve dest pê kiriye û wê kom bi kom heta roja înê sewqkirin bidome. Nehat zanîn ku heta niha çend girtî hatine sewqkirin.
Di 14,15,16,17 û 18’ê îlonê de jî parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê parlamenteriya wî hat betalkirin û hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin di nav de 58 girtî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2 a Amedê hatibûn kirin û di dema sewqkirinê de, gardiyanan hin girtî derp kiribûn. AMED