Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Li girtîgeha Bakirkoyê binpêkirinên dermirovî

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê da zanîn ku tevî rewşên lezgîn jî sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê tên redkirin. Girtiyan got; ‘Lêgerîna tazî li me tê ferzkirin, bi zorê dixwazin me bixin qawîşên serbixwe û ji ber parastina bi kurdî leşker gefan li me dixwin.’

Girtiyên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê de bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên li girtîgehê vegotin. Girtiyan got ku girtiyên ji bo êşa diran û çavan serî li sewqê dane, ev du sal in sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Girtiyan destnîşan kir ku di dema sewqê de dermankirina bi kelemçeyê tê ferzkirin. Girtiyên ku vê sepanê red dikin, bêyî ku bên dermankirin li girtîgehê tên vegerandin.

Girtiyan got ku hevalên wan Tenzîle Acar û Felek Gun bi nexweşiya zerikê ketine û ji bo revîrê daxwazname nivîsandin lê belê sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Girtiyan da zanîn ku di rewşên nelezgîn de jî nikarin biçin revîrê û ev agahî dan: “Gardiyan ji kesên dixwazin biçin nexweşxayê re dibêjin; ‘Heta ku xwîn ji we neherike dê weke rewşeke lezgîn neyê hesibandin.’ Em dixwazin pirsgirêkên heyî nîqaş bikin lê muxatabek nîne. Midûrê yekemîn hevdîtinê red dike û yê duyemîn jî di asteke ku bikare pirsgirêkan çareser bike de nîne.”

Ji ber parastina bi kurdî rastî gefan tên

Di berdewamê de jî girtiyan bi rêya parêzerên xwe ev agahî dan: “Zextê li me dikin ku em derbasî qawîşên ‘serbixwe’ bibin. Yên dixwazin ji qawîşên serbixwe derkevin jî 2 meh cezayê hucreyê lê tê birîn. Her wiha lêgerîna tazî li me tê ferzkirin û yên red dikin jî rastî êrîşê tên. Li hêla din, rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û Atilimê û kovara Demokratîk Modernîte û Jineolojiyê nadin me. Aktîvîteyên werzîş û atolyeyê jî tên astengkirin. Di 18’ê kanûnê de jî danişîna hevalên me hebû. Hevalên me parastinên xwe bi kurdî amade kirin. Lê xwestin parastina bi kurdî jê bistînin û ji bo vê jî leşkeran gef xwarin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar