Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Li girtîgeha Bunyanê binpêkirinên dermirovî

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 û 3 yên Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê bi rêya malbatên xwe diyar kirin mafên wan tên binpêkirin. Girtiyan da zanîn ku sê jinên nû hatin sirgûnkirin ji ber ku lêgerîna tazî red kirine, hatine derbkirin û li nexweşxaneyê nehatine dermankirin. Her wiha gardiyanan li girtiyan xist û dest danîn ser tiştên wan

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 û 3 yên Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi rêya malbatên xwe agahî dan. Li ser vê yekê jî malbatên girtiyan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û TUAY-DER’ê dan. Der barê mijarê de malbatên girtiyan ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç re axivîn.

Der barê mijarê de dayika girtiya bi navê Rojbîn Yakût ku li Girtîgeha Jimar 3 ya Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê dimîne Şazîme Yakut anî ziman ku di 9’ê kanûnê de keça wê bi telefonê li wê geriyaye û ev agahî dan: “Keça min got ku sê girtiyên nû sirgûnî girtîgeha wan hatine kirin û di dema ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Got; ‘Me jî ji ber vê bûyerê me jî ji rêveberiya girtîgehê re got ku heta ev binpêkirin bi dawî dibe dê dernekevin hevdîtinê. Piştî axaftina bi telefonê, gardiyanan cilên me jê kirin. Me jî biryar girt ku wan cilan xwe li nekin. Di dema vegerê de jî gardiyanan em derb kirin.’ Gardiyan îdia dikin ku Rojbînê li wan xistiye lê ev neraste. Dema ez herî dawî çûm hevdîtina keça xwe, lêgerîn kirin. Çarika min ji serê min derxistin. Gora min ji lingê min derxistin û xwestin me tazî bikin. Ew sê jinên ku sirgûn kirin ji ber ku lêgerîna tazî red kirin niha xistine hucreyên yekkesî.”

Girtiyên bi dijwarî hatin derbkirin nehatin dermankirin

Xwişka girtiyê bi navê Hesen Uyanik ê li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê Şehrîban Uyanik jî bal kişand ser binpêkirinan û wiha derbiî: “Di dema hevdîtinan de lêgerînên zirav tên. Midûra duyemîn a jin ji xwe re komek ava kriye û bi taybet jî li ser jinan zextan dike. Me xwest bi girtiyan re wêneyan bikişînin lê nehişt. Her wiha nahêlin em ji bilî xizmên xwe, bi girtiyên din re bi axivîn û wêne bikişînin. Gardiyanan pir zêde li her sê jinên ku nû hatine sirgûnkirin xistine. Ji ber lêdanê rakirin nexweşxaneyê. Lê nexweşxaneyê derman nekirine. Gelo ev zilm li gorî kîjan hiqûqê asayî ye? Pirtûkên girtiyan jî nadin. Dema Apê min çûy hevdîtina birayê min, dest danîn ser nasnameya wî û xwestin pirtûkên birayê min bi xwe re derxe derve. Gotin; ‘Heta tu pirtûkan nederxînî em ê nasnameyê nedin te.’ Gelo ev di kîjan hiqûqê de heye?”

Dest danîn ser pirtûkên girtiyan

Dayika Mesût Pehlîvan ê li heman girtîgehê  Xerîb Pehlîvan jî têkildarî mijarê ev tişt destnîşan kir: “Piştî sê mehan ez di 3’yê kanûnê de çûm hevdîtina Mesût. Me jê re cil û pirtûk şandibûn lê nedabûnê. Bi şev bi ser odeyan de girtine û dest danîne ser pirtûkan. Di hevdîtinê de çarik û goreyên me derxistin. Destûr nedan ku malbat wêneyan bikişînin. Em bang li hemû dayikan dikin ku destê xwe bidin hev û vê neheqiyê qebûl nekin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar