Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Girtîgeha Denîzlî axaftina kurdî qedexe kirin!

Li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî Bawer Eye bi rêya malbatê diyar kir ku ji ber di hucreyê de li ser piyan jimartin qebûl nekiriye, rastî îşkenceyê hatiye. Malbata Eye jî diyar kir ku ji ber di hevdîtinê de bi kurê xwe re bi kurdî axivîne, gardiyanan destûr nedane wêne bikişînin

Li Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê, girtî Bawer Eye bi rêya malbatê diyar kir ku ji ber du hucreyê de jimartina li ser piyan qebul nekiriye gardiyanan bi dijwarî li wî daye û îşkence li wî kirine. Eye anî ziman ku roj bi roj binpêkirina mafan û tundî zêde dibe. Malbatê jî diyar kirin ku piştî çûn ziyareta kurê xwe, gardiyanan bi hinceta bi kurdî axivîne destûr nedane ku wêneyan bikişînin. Bav Abîdîn Eye anî ziman ku hem zarokên wan rastî binpêkirina mafan hatiye û hem jî dema ew çûne ziyaretê rastî binpêkirina mafan hatiye. Abidîn Eye da zanîn ku gardiyan di ketina hundir de lêgerînek dijwar kirine û li devê jinan nerîne û wiha got: “Em bi qasî 40 deqîqeyî li bendê man ku girtî were û em hevdîtin bikin. Di vê navberê de girtiyan dirûşme berz kirin. Di dema hevdîtinê de gardiyanan destûr nedan ku em bi girtiyên din re hevdîtin bikin. Ketin navbera me û em ji hev dûr xistin. Di dema hevdîtinê de gardiyanekî got ‘Hûn dixwazin wêne bikişînin?’ me jî got erê. Dema em çûn wêne bikişînin jî gardiyanekî din got ‘Hûn bi kurdî axivîn. Axaftina bi Kurdî li vir qedexe ye. Ez wêneyê we nakişînim. Di serdema salên 80’ê de jî rewşek wisa tune bû.”

‘Zext û tundî pir zêde ne’

Bav Eye diyar kir ku kurê wî destnîşan kiriye ku zext û tundiya li ser girtiyan gelek zêde bûne û wiha got: “Kurê min got ‘Ez di meha tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Dinarê bi tenê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Denizlî kirin. Piştî ez sirgûn kirim di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li min ferz kirin. Ji ber ku min ev yek qebûl nekir rastî lêdanê hatim. Min piştre hemû cilên xwe avêt. Min li kawîşê tenê binkiras li xwe kir. Ez her dem rastî jimartina ser piyan hatim. Li Girtîgeha Dînarê cezayê dîsîplînê dan min û li Denîzliyê ev ceza kirin înfaz. Ez avêtim hucreyê. 5 gardiyanên hatin hucreyê bi zorê xwest ez li ser piyan jimartinê bidim. Min ev yek qebûl nekir. Zextên pir zêde û êrîşên zêde heye. Ez dixwazim hemû raya giştî li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin.’ Em jî bang li hemû parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê dikin ku hestiyar tev bigerin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar