Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li girtîgeha Gîresûnê gardiyanan bi ser qawîşan de girt

Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê gardiyanan bi ser qawîşên girtiyên di greva birçîbûnê de ne girtin û dest danîn ser radyoyên wan. Ji girtiyan Mehmet Çagirici ku ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye got ku pêdiviyên wan ên vîtamînan nayên pêşwazîkirin û dixwazin bi darê zorê wan derman bikin

Bi destpêkirina çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de jî zêdetir bûn. Rojane rêveberiyên girtîgehê bi ser qawîşan de digirin û dest danin ser radyo û tiştên din ên girtiyan.

Agahiyeke binpêkirinên li dijî girtiyan jî ji Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê hat. Têkildarî mijarê girtiyê bi navê Mehmet Çagirici ku ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê agahî dan malbata xwe. Çagirici da zanîn ku gardiyanan di saetên nîva şevê de bi ser qawîşa wan de girtiye û dest danîne ser pirtûk û radyoyên wan.

Çagirici diyar kir ku rojane li wan zext tên kirin û ev agahî dan: “Ev zext her ku diçe zêdetir dibin. Demeke dirêje ku vîtamînan nadin me. Pêwîstiyên bingehîn ên şilavî (ava fêkiyan û tiştên mîna dew) nadin. Lê di her şert û mercan de jî em ê çalakiya xwe bi şekir, av, çay û xwê bidomînin. Di demên dawîn de zexta tedawiyê li me dikin. Dibe ku bi darê zorê me tedawî bikin. Lê çi dibe bila em ê li dijî vê têbikoşin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar