KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Li Girtîgeha Islahiyê faşîzma Esat Oktay tê meşandin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê di serdegirtina qawîşan de rastî tundiyê hatin. Hat zanîn ku wan birin hucreyên yekkesî û li vir gefa ”Hûn rastî dema Esat Oktay hatine yan na? Ger hûn nehatibin, nexwe hûn bi xêr hatin" li wan hatiye xwarin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda ku li Îmraliyê xistin meriyetê li hemû girtîgehan belav kirine. Gardiyan faşîst hewl didin faşîzma Esat Oktay Yildiran a ku li Zindana Amedê meşand li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bimeşînin. Hat ragihandin ku girtiyên bi navê Ûgûr Urun û Îlhamî Îşçî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiyeyê di 26’ê Adarê de, di avêtina ser qawîşan de rastî tundî û gefên gardiyanan hatine.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di lêgerîna li qawîşê de ku her hefte ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê kirin, gengeşî çêbûye. Piştî gengeşeyê Urun û Îşçî hem rastî tundiya devkî û hem jî ya fizîkî ya gardiyanan hatine. Piştî êrişê girtiyan xistine hucreyên yekkesî. Her wiha gava girtî ji bo raporê çûne cem bijşîşk, bijîşk ew muayene nekirine. Parêzerên hay ji bûyerê çêbûn jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Islahiyeyê dan û giliyê rêveberiya girtîgehê kirin.

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Dîlokê Yûsûf Kartal çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kir.

Kartal ku ewil çû serdana girtî Îşçî der barê hevdîtinê de ev tişt gotin: “Dema em çûn girtîgehê me dît ku ser çavê muwekîlê me Îlhamî Îşçî bi birîn e. Îşçî da zanîn ku bûyer di dema lêgerînê de pêk hatiye. Îşçiyê ku bi ekîba lêgerînê re bû geriyaye, diyar kir ku gardiyanan xwestiye benikê wan ê ku kincên xwe pê daldiqînin jêbikin û wî jî îtiraz kiriye. Piştî vê gardiyan bi ser wî de çûne û wî jî xwestiye hevdîtinê bi sergardiyan re bike. Sergardiyanê hatiye qawîşê, piştî guh li Îşçî kiriye, ji wî re gotiye ‘Tu nikarî li ber karmendên min rabî. Dilê me çawa bixwaze em ê wiha bikin.’ Piştî vê ji gardiyanan re gotiye ‘Wî bibin.’ Bi vê re 4-5 gardiyan îşçî li erdê dirêj kirine û ew bi lêdanê ji qawîşê derxistine. Gava Ûgûr Urun çav bi vê dikeve, li ber vê radibe. Sergardiyan ji yên din re dibêje ‘Ûgûr jî bibin.’ Gardiyan bi dijwarî li her duyan jî dixin û wan ji qawîşê derdixin.”

Kartal destnîşan kir ku gava her du girtî birine hucreyê, li vir jî hatine îşkencekirin. Kartal anî ziman ku serdardiyanê girtîgehê gef li muwekîlên wî xwariye û gotiye, “Hûn rastî dema Esat Oktay hatine yan na? Ger hûn nehatibin, nexwe hûn bi xêr hatin. Hûn rastî heyama Mehmet Agar hatin yan na? Ez ê ya xirabtir bînim serê we.”

Kartal da zanîn ku wê rojê muwekîlên wî xwestine muayene bibin, lê belê bijîşkê revîrê ji bo birînên ser çavên wan gotiye ‘pirzikên biçûk’ û di raporê de wiha tomar kiriye.

Kartal bi lêv kir ku ji bo berpirs bên cezakirin ew ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar