Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li girtîgeha Kandirayê gardiyanan bi ser odeyên girtiyan de girt

OHD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gardiyanan îro li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Kandirayê bi ser odeyên girtiyan de girtine. Parêzeran got ku gardiyanan dest danîne ser radyo, name û nîşeneyên girtiyan û dixwazin têkiliya wan a bi derve bi birin

Zext û zordariya li ser girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi taybet jî piştî destpêkirina çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, gihîştin lûtkeyê. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Kandirayê ye.

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên li girtîgeha Kandirayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gardiyan li qawîşên girtiyan lêgerînên keyfî dikin û dest danîne ser amûrên wan ên ragihandinê.

Pêkanînên keyfî

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin: “Îro gardiyanan li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Kandirayê bi ser 3 odeyan de girt. Di van odeyan de muwekîlên me yên di rojiya mirinê de jî hene. Gardiyanan di lêgerînê de dest danîn ser radyo, name û nîşeyên girtiyan. Li gorî agahiyên muwekîlên me, rayedarên girtîgehê dixwazin pêwendiya bi girtiyan qut bikin û agahî girtina wan asteng bikin. Ev lêgerîn bi awayekê keyfî hatiye kirin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ê der barê mijarê de serlêdanên hiqûqî bikin. Bi pêkanînên keyfî, nikarin agahî girtina muwekîlên me asteng bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar