Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin

Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê, 13 girtî bi şewba vîrûsa koronayê ketin

Navenda Nûçeyan

Girtî Fûat Bor ê di sala 1994’an de, li Wanê hatibû girtin û bi îdîaya “alîkarî dayîna rêxistinê” cezayê muebbetê lê hatibû birîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabuk dimîne, bi navbeynkariya malbata xwe, ragihand ku 13 girtî bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin.

Bor, da zanîn ku testa hevalên wan Alî Koç, Hakki Aygul, Muhîttîn Pîrînçoglû, Kadrî Alkoç, Çetîn Îlkhan, Mûrat Kocat, Cemal Tekîn, Halîl Temel, Adem Oktay, Mehmet Sarialtûn, Yilmaz Guven, Mûstafa Karakoyûn û Mûhammed Mûstafa pozîtîf derketiye.

Bor, diyar kir ku tedawiya girtiyên bi vîrûsê ketine nayê kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Bor, dest nîşan kir ku girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorvegere de jî, rastî pirsgirêkan tên. Bor, da xuyakirin ku rayedarên girtîgehê bi qasî tê xwestin şekir, xwê û leymûnê nade girtiyan.

Bor, bibîr xist ku her tim av û ceyrana girtîgehê tê birin û rojname nayê dayîn.

Dayika Bor bang kir

Dayikê Fûat Bor Mûhteber Bor a ku hevdîtina telefonê bi kurê xwe re kir jî, xwest ku binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de tên jiyîn bi dawî bibin. Dayika Bor, banga hestiyariyê kir û wiha axivî: “Em xwedî girtiyan derkevin. Em dixwazin girtî bên berdan. Gelo mirov dikare 36 salan di girtîgehê de bimîne? Girtiyên ketine gireva birçîbûnê hene. Em piştgiriyê didin zarokan xwe. Em dixwazin parêzer biçin Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe.”

Gîrtîgeh derewand

Me derbarê mijarê de bi telefonê li girtîgehê geriya. Rayedarên girtîgehê, diyar kirin ku ew derbarê girtiyên bi vîrûsê ketine de, her roj malbatên wan agahdar dikin û agahiyek cudatir ne dan me.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar