Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Girtîgeha Kilîsê 7 girtî 15 roj in di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Tîpa L a Kilîsê 7 girtiyên siyasî  ji ber pêkanînên girtîgehê yên li dijî mirovahiyê dest bi greva birçîbûnê kirin. 7 girtiyên ku 15 rojin di greva birçîbûnê de ne, daxwaz dikin ku zext û êrîşên li ser wan bi dawî bibin

Li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên ku di bin şert û mercên herî giran de dijîn, rastî her pêkanînên dijî mirovahiyê tên. Tecrîta ku pel bi pel li hemû girtîgeha belav dibe, bi xwe re aloziyê tîne. Girtiyên ku zext û êrîşan qebûl nakin jî rastî îşkenceyê tên. Yek ji van girtîgehên binpêkirinên mafan lê zêde ne jî Girtîgeha Tîpa L a Kilîsê ye. 7 girtiyên siyasî yên li wir tên ragirtin, ji ber pêkanînên girtîgehê yên keyfî, îşkence, zext û gefên li wan tê xwarin di 23’yê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn, ragihandin ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Yek ji girtiyê ku ketiye çalakiya greva birçîbûnê jî girtiyê bi navê Ûgûr Ûyar ê 23 salî ye. Ûyar ê ku di sala 2012’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatiye girtin, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” 19 sal û 25 roj cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Uyar ê ku beriya niha di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de dihat ragirtin, 20 roj in sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kilîsê hatiye kirin.

 ‘Ji ber îşkenceyê dest bi grevê kirin’

Dayika Ûyar, Nazli Ûyar bi lêv kir ku li girtîgehê îşkence heye û wiha axivî: “Ji ber ku zilm li wan hatiye kirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Kurê min ev 11 salin bêsedem di girtîgehê de ye. Di zarokatiya xwe de hat girtin. Hêj dibistana xwe xelas nekiribû hate girtin. Sûcê kurê min tune ye. Ez dixwazim ku bên berdan. Berî ku ez bimirin, dixwazim kurê xwe bibînim. Bêbextî li kurê min kirin. Kurê min di 23’ê Nîsanê de li me geriya û got, ‘Min dest bi greva birçîbûnê kiriye’ Ev 15 roj in li gel 7 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ye. Neheqiyê lê dikin û zilm dikin. Ji ber wê jî ketine greva birçîbûnê. Her roj li ser qawişa wan de digirin û dibêjin,’li ser lingan hejmarê bidin’ ew jî vê yekê qebûl nakin. Ev 3 sal bûn ji ber nexweşiya koronayê ez neçûbûm hevditinan. Dema ku qedexeya hevdîtina rakirin em çûbûn hevdîtinê. Ji wir ve me neditiye.”

Banga hêstiyariyê

Ûyar, bêdengiya li hemberî girtîgehan rexne kir û wiha banga hêstiyariyê kir: “Divê ku ev zilma ku li ser girtiyan tê kirin xelas bibe. Heta ku daxwazên wan pêk neyên ew ê dev ji grevê bernedin. Heger ku kesek xwedî lê dernekeve û girtîgeh jî van pêkanînên xwe bidomîne, ew ê berdewam bikin. Pêwîste ku komeleyên mafê mirovan li ser wan bisekinin. Divê herkes bi hêstiyarî nêz bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar