Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê provokasyon

Rayedarên Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê girtiyên siyasî û DAIŞ’ê ji bo hevdîtina bi malbatan re derxistin heman odeyê. Li ser berteka girtiyan jî, gardiyanan girtiyên siyasî derb kirin. Girtiyan da zanîn ku piştî hevdîtinê jî gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtiye û ew derb kirine

Di 1’ê tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê hevdîtina vekirî ya girtiyên siyasî ya bi malbatan re hebû. Di dema hevdîtinê de rêveberiya girtîgehê girtiyên ji doza çeteyên DAIŞ’ê jî anîn heman odeya hevdîtinê. Girtiyan ji ber ewlekariya xwe û malbatên xwe, li dijî vê yekê derketin û rageşî derket. Rayedarên girtîgehê bi vê hincetê hevdîtina girtî û malbatan bi dawî kirin û tenê 5 deqe hevdîtin da kirin.

Hefteyek berê girtiyê siyasî Alî Okutan bi telefonê li gel malbata xwe axivî û ev agahî dan: “Piştî hevdîtina 1’ê tîrmehê, gardiyanan di bin navê ‘lêgerînê’ de bi ser qawîşan me de girt û em derb kirin. Di dema hevdîtina 1’ê tîrmehê de DAIŞ’iyan gef li me xwarin. Gardiyanan jî heta ku em birin qawîşan li me xistin. Ewlekariya canê me û malbatên me nîne. Heta ku rayedarên girtîgehê dev ji vê pêkanînê berdidin, em ê dernekevin hevdîtinê.”

Malbat ji ewlehiya xizmên xwe bi fikarin

Der barê mijarê de birayê Okutan, Duzgun Okutan jî axivî û kiryara girtîgehê weke provokasyon pênase kir. Okutan ev tişt destnîşan kir: “Dema em çûn hevdîtinê, DAIŞ’î jî xistin heman odeyê. Ev salek bû girtiyên siyasî bi DAIŞ’iyan re dernedixistin heman odeyê. Girtî li dijî vê derketin û weke provokasyon pênase kirin. Di wê kêliyê de DAIŞ’iyan jî bi dengekî bilind dest bi heqaretan kirin. Gardiyanan birayê min û hevalên wî derxisti. Heta ku em ji girtîgehê derketin jî dengê dirûşman ji girtîgehê bilind dibû. Der barê jiyana wan de fikarên me hene. Em dixwazin Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û rayedar mudaxaleyî vê rewşê bikin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar